Ji bo doza Beste Gokalp banga piştevaniyê 2023-12-11 09:23:43   Şehrîban Aslan   AMED - Beste Gokalp 9 sal berê li navçeya Yenîşehîr a Amedê bi guman jiyana xwe ji dest da. Di doza Besteyê de bi salan e tu pêşketin tune ye. Dayika wê Nazan Yikilmaz û parêzera wê Asya Cemre Işik beriya dozê banga piştevaniyê kir.   Di 28’ê Kanûna 2018’an de li taxa Ofîs a navçeya Yenîşehîr a Amedê jina bi navê Beste Gokalp (19) bi guman jiyana xwe ji dest dabû. Piştî mirina Besteyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn da destpêkirin û Hamza B. û kesên din ên li malê bûn, îfadeya wan girtin û berdan. Dozgeriyê der barê gumanbar de ‘Alîkariya ji bo întîxarê’ îdianame amade kir. Îdianame ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Di doza hat dîtin de gumanbar tevli du rûniştinan bû û parastinên ku her tim ji aliyê kujeran ve tên kirin, wî jî dubare kir.   Wê darizandin ji nûve bê kirin   Li aliyê din jî tevî di raporên otopsiyê de şopên lêdanê hebûn, 6’emîn Dadgeha Ceza Giran a Amedê rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) nexwest û di 2018’an de der barê gumanbar de bi hinceta delîl qels in biryara beratê da. Parêzeran biryar birin îstînafê, di meha îlonê de biryar da û biryar hat dayîn ku darizandin ji nûve bê kirin.   Dayika Besteyê, Nazan Yikilmaz, der barê mirina biguman a keça xwe de û pêvajoya piştî wê de nirxandin kir.   ‘Ev cînayeteke jinê ye’   Nazanê diyar kir ku dema Beste 16 salî bûye Hamza B. êrîşa zayendî li Besteyê kiriye û wê demê Hamza B. 35 salî bûye û got: “Me Hamza B. hişyar kir ku bi Besteyê re têkiliya xwe bibire. Lê heta 19 salî bi Besteyê re hevdîtina wan berdewam kir. Keça min li Zanîngeha Stenbolê dixwend û ji bo rojbûna wê di sersalê de bû ji Stenbolê hat Amedê. Roja rojbûnê got bi hevalan re partiya rojbûnê dikin. Çû û carek din nehat malê. Ez nizanim çi anîn serê keça min. Lê gotin întîxar e. Keça min ne keseke ku întîxar bike bû. Keça min hat qetilkirin. Şopa lêdanê li bedena wê hebû. Madem întîxar bû, vî şexsî hejmarên telefonên me, mala me dizanibû, çima nehat agahî neda me? Sibehê saet di 07.00’an de agahî hat ji me re gotin keça we di morgê de ye. Ligel vê cilên ku wê rojê keça min li xwe kiribûn yek me nedît. Em nizanin ka ambulans zû çû an dereng çû. Der barê van tiştan de tu agahiya me tune ye. Kî çi dibêje bila bêje ev cînayeta jinê ye.”   ‘Heta edalet bê em ê têbikoşin’   Nazanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tipa Edlî bûyer ronî nekir. Rûniştin di 13’ê Kanûnê de ye. Di rewşa ku biryarek adîlane dernekeve de tê wateya ku dadgeh rewşê ji nedîtîve tê. Em vê rewşê tu carê qebûl nakin. Heta ku edalet bê wê têkoşîna me bidome. 10 sal in serê bûyerê digirin lê têkoşîna me didome. Ez bang li hemû kesî dikim. Bila bibin dengê bûyerê. Êdî bes e. Bila edalet pêk bê. Bila ev cînayet ronî bibe. Vî kesî gelek zarokên keç îstîsmar kiriye. Lê carekê jî nehatiye binçavkirin.”   Ji bo rûniştinê bang   Parêzera Baroya Amedê Asya Cemre Işik jî ji bo rûniştina 13’ê Kanûnê bang kir û wiha got: “Dayika Besteyê xwe gîhand me û em ji dosyayê agahdar bûn. Tevî darizandin 10 sal in didome tu pêşketinek tune ye. Lêpirsînek bi bandor nehatiye meşandin. Di mirinên biguman ên jinan de bi bêcezahiştinê dosyayan digirin. Ev aşkera ye. Mirina Besteyê bi tu awayî di çapemeniyê de nehatiye dîtin. Ji ber vê rêxistinên jinan jî tevli dosyayê nebûne. Dayika Besteyê, Nazan hat navenda me û got tevli dosyayê bibin. Em ê jî li ser daxwaza dayika Besteyê, di 13’ê Kanûnê de saet di 09.35’an de, tevli rûniştina li 6’emîn Dadgeha Ceza Giran a Amedê bibin. Em ê daxwaza hemû pêkhatina mekanîzmayên hiqûqî bikin. Ji bo rastî derkeve holê em bang li hemû jinan, rêxistinên jinan û parêzerên jin dikin ku wê rojê li edliyeyê bin.”