ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-11 09:00:00   *Girtiyan di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ greva birçîbûnê dan destpêkirin. Yek ji dayikên Nobeta Edeletê Fînce Akman diyar kir ku kurê wê jî tevli greva birçîbûnê ya dorveger bûye û got wê xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkevin. Fînceyê wiha got: “Greva girtiyan daye destpêkirin pir girîng e. Divê hemû gelê me bibe dengê têkoşînê. Em xwedî li zarokên xwe derkevin. Çi dibe bila bibe em ê têkoşînê bimeşînin û mezin bikin. Em jî li derve çi ji destê me bê em ê bikin. Têkoşîna girtiyan têkoşîna me ye.” DÎMEN HEYE   *Siyasetmedar û Dayikên Aştiyê der barê kampanyaya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê şikandin hatiye destpêkirin û grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî bi heman daxwazê dane destpêkirin de axivî û diyar kirin ku divê demildest tecrîd bê rakirin  û gotin mifteya aştiyê li Îmraiyê ye. DÎMEN HEYE   *Beste Gokalp 9 sal berê li navçeya Yenîşehîr a Amedê bi guman jiyana xwe ji dest da. Di doza Besteyê de bi salan e tu pêşketin tune ye. Dayika wê Nazan Yikilmaz beriya dozê banga piştevaniyê kir û got: “Besteyê întîxar nekir. Hat qetilkirin.”