Li Den Haagê çalakiya pirtûkên Abdullah Ocalan 2023-12-10 19:40:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Den Haag a Hollandayê bi boneya "Roja Pirtûkan a Cîhanê ya Abdullah Ocalan" çalakiyek hat lidarxistin.   Bi boneya “Roja Pirtûkan a Cîhanê ya Abdullah Ocalan” li Navenda Civaka Demokratîk a Den Haag ê Hollandayê rêze semîner hatin lidarxistin. Di semîneran de beşên pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin xwendin. Semînera saet di 12.00’an de dest pê kir.   Di semînerê de li ser pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û bandora pêngavê li ser aştiya Kurdistan û Rojhilata Navîn nirxandin hatin kirin. Di çalakiyê de mijarên wekî “Vegerandina nirxê kesayetî ya di civakê de: Têgeha li pişt Konfederalîzma Demokratîk”, “Bi destgirtina sedema bingehîn a pevçûnan, çareseriya pevçûnan: Li Rojhilata Navîn/Ewropayê aştî dikare bi hêsanî pêk were”, “Domdariya ekolojîk: Avakirina aboriyên xwe bi xwe yên domadarî” û “Wekî hêza takekesî Wekheviya Zayendî: Ji bo rawestandina çerxên xerab ên pergalê” seminer hatin dayîn.