Li Amedê ji bo tevlibûna şahiya ciwanan bang hat kirin 2023-12-10 14:50:36     AMED - Endamên Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê ji bo şahiya îşev û kongreya 24'ê Kanûnê banga tevlibûnê kirin.    Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) gel vexwend kongreya wê di 24'ê Kanûnê de bi dirûşma "Vejînek Ciwan" li Amedê bê lidarxistin û şahiya îşev. Ciwanan derbarê şahiya îşev de belavok belav kirin.    Ciwanan ji Meydana Şêx Seîd heta Cadeya Melik Ahmetê meş li dar xistin û belavok belav kirin û gel vexwendin şahiyê. Welatiyên li der û dorê jî piştgirî dan ciwanan.    Wê şahî li Eywana Dawetê ya Roj bê lidarxistin. Belavkirina Belavokan û meş li Eywana Dawetê ya Roj bi dawî bû.