Cenazeyên dayikekê û kurê wê hatin dîtin 2023-12-10 12:22:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zongûldakê ji ber barana zêde hezaz çêbû û jinek û kurê wê di bin xirabeyan de mabûn. Di encama lêgerînê de cenazeyên herduyan hatin dîtin.   Li Zongûldakê ji ber barîna barana zêde li kolana Tulumba ya li Taxa Asmayê hezaz çêbû. Ji ber hezazê, welatiya bi navê Perîhan Çakar a 82 salî û kurê wê Saît Çakar ê 51 salî di bin hezazê de mabûn. Ji bo dîtina dayik û kurê wê xebat hatibûn destpêkirin û şevê din navber hatibû dayîn. Di danê sibehê de xebat dîsa hatin destpêkirin. Di encama lêgerînê de cenazeyên herduyan hatin dîtin.