Hejmara nû ya Kovara Jîn derket 2023-12-10 11:22:15     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya Kovara Jîn bi sernavê "Birdoziya teqezkirî cihêkariyê kûr dike"  hat weşandin.    Kovara Jînê ya her hefte li ser qada dîjîtalê derdikeve pêşberî xwîneran bi hejmara 41'ê bi sernavê "Birdoziya teqezkirî cihêkariyê kûr dike"  hat weşandin. Di kovarê de jinan bal kişandine ser jinên astengdar û jinan dane zanîn ku jinên astengdar ji ser birdoziya teqezkirî bi cihêkariyên curbecur rû bi rû tên hiştin.    Hatice Betul Çelebi di nivîsa xwe de balê dikşîne ser zagonên derbarê jinên astengdar de û kêmasiyên van zagonan û bandorên wê yên neyînî yên li ser jinên astengdar.    Anchal Bhateja dîsa balê dikşîne ser neheqiyên jinên astengdar pê rû bi rû dimînin.  Hulya Osmanagaoglu jî bal kişand ser gotinên îktidarê yên "malbata pîroz".