Çalakvana Kurd, xelata parastina jîngehê wergirt 2023-12-10 11:09:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana Kurd Hêro Wekîl di warê parastina jîngehê de li ser asta navneteweyî xelata ‘Lehengên Jin ên Mafên Jîngehê yên 2023’yan’ ku ji aliyê Navenda Mafê Mirovan a Cenevreyê ve hate dayîn, wergirt.   Çalakvana parastina jîngehê ya Kurd Hêro Wekîl di rûpela xwe ya facebook’ê de ragihand ku di warê parastina jîngehê de li ser asta navneteweyî xelata ‘Lehengên Jin ên Mafên Jîngehê yên 2023’yan’ ku ji aliyê Navenda Mafê Mirovan a Cenevreyê ve tê dayîn, wergirtiye.   Navenda Mafê Mirovan a Cenevreyê her sal di 10’ê Kanûnê de di heman demê Roja Cîhanê ya Mafê Mirovan de xelatan belav dike. Hewleke ji bo rêz lê girtina ji kesên ku di warê parastina mafê mirovan de têkoşîn dikin.