Li Mêrdînê Garîbe Gezer hat bibîranîn 2023-12-09 15:15:36     MÊRDÎN - Li Mêrdînê bi pêşengiya TJA û MEBYA-DER'ê ji bo Garîbe Gezer bernameya bi bîranînê hat lidarxistin.   Garîbe Gezer piştî ku ji Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê sirgunî Girtîgeha Kandirayê hate kirin, rastî îşkenceya fîzîkî û destdirêjiyê hat û di 9’ê Kanûna 2021’an de jî hate qetilkirin. 2'yemîn salvegera qetilkirina Garîbeyê de bernameyek bi bîranînê li avahiya Partiya Wekheviya Demokratîk a Gelan (HEDEP) bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) ve hat lidarxistin. Xwişka Garîbeyê Asya Gezer û gelek jin tevlî bernameyê bûn.    Li salonê wêneyên Garîbe Gezer û pankarta 'Berxwedana Garîbeyê berxwedana hemû jinên ciwan e' hatin daliqandin. Jinan ji bo Garîbeyê mûm pêxistin.    Bername bi rêzgirtinê û dirûşma “Şehîd namirin” destpê kir. Hevseroka MEBYA-DER'ê ya Mêrdînê Gurbet Tekîn axivî û bal kişad ser êrişên li hemberî cenazeyan. Gurbet, daxuyand ku naxwazin dayîk rondikan bibarînin û wiha bi lêv kir: "Ji ber ku em kurd in dilê me dişewitînin. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev di hiqûqê de nîne. Sazkarê aştiyê Birêz Abdullah Ocalan û ‘Jin jiyan azadî” bi saya wî li tevahiya cîhanê belavbû û niha bûye hedef. Lê divê bê zanin em tu carî dev jî doza xwe bernadin. Em ê her azadiyê bi lêv bikin. Em ê her azadiya rêberê xwe daxwaz bikin."    Bernameya bi bîranînê bi dirûşma “Şehid namirin” bi dawî bû.