‘Bila dawî li tecrîd û binpêkirinan bê’ 2023-12-09 14:55:19     NAVENDA NÛÇEYAN -  Bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan  li gelek bajaran daxuyanî hat dayîn û balkişandin ser binpêkirinên mafan û tecrîdê. Di daxuyaniyên hatin dayîn de wiha hat gotin: “Tecrîd di heman demê de pirsgirêka kurd kûrtir dike û rêya çareseriyê dixetimîne.”   Bi pêşengiya Komeleya Mafê Mirovan bi wesîleya Hefteya Mafê Mirovan li gelek bajaran daxuyanî, çalakî û meş pêk hatin. Di çalakiyan de balkişandin ser binpêkirina mafan.   Mêrdîn   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan li ber avahiya baroyê daxuyaniyeke hevpar dan. Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî, hiqûqnas û aktîvîstên mafên mirovan tev li bûn. Di daxuyaniya malbatên windakiriyan jî tev li bûn de wêneyên kesên di bin çavan de hatine binçavkirin hatin hilgirtin û daxuyanî ji aliyê Hevseroka ÎHD’a Mêrdînê Prz. Hîcran Erdînç ve hate xwendin.   Hîcran Erdînç, diyar kir ku tevî dewlet rêgezên di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de cih digirin qebûl dikin jî kesên rêveberî di destên wan de ji bo berjewendiyên xwe van rêgezan paşguh dikin. Erdînç anî ziman ku ew bang li civakê dikin ku li dora mafên mirovan bibin xelek û ew bang li dewletê dikin ku rêgezên di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de cih digirin pêk bîne û bal kişand ser polîtîkayên necezakirinê yên li Tirkiyeyê.   ‘Bandora tecrîdê ya li ser civakê’   Hîcranê, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê wiha got: “Li girtîgehên Tirkiyeyê hêj girtî jiyana ji dest didin, binpêkirinên mafan ên weke sewq, sirgun, îşkence û mûameleya xerab, tecrîd, îzolasyon, taloqkirina berdanan, astengiyên hevdîtinên bi malbatan re û mafê axaftinê lêpirsînên dîsiplînê gelek binpêkirin diqewimin. Di serî de li Girtîgeha Îmraliyê û li ser girtiyên din ên siyasî tecrîda teqez heye. Tecrîd ji vir belav dibe û bi rêbazeke îzolasyonê ya bi zanebûn û sîstematîk li ser civakê tê bikaranîn. Ev hemû û mînakên weke van siya tecrîdê ya li ser civakê ye. Tecrîd di heman demê de pirsgirêka kurd kûrtir dike û rêya çareseriyê dixetimîne. Ji ber vê yekê girtiyên siyasî di 27’ê mijdarê de ragihandin ku bi daxwaza rakirina tecrîdê û çareseriya pirsgirêka kurd dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.”    ‘Bila tecrîd bidawî be’    Hîcranê, bang kir ku desthilat binpêkirinên mafên mirovan û tecrîda li ser gelê kurd û li ser hemû civakê bi dawî bike û ev tişt gotin: “Em bang li hemû civakê dikin ku li dora mafên mirovan de bibin yek, bang li dewletê jî dikin ku rêgezên di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de cih digirin pêk bîne.”   Piştî daxuyaniyê bi daxwaza dîtina windayan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Piştî çalakiyê daxuyanî bi dawî bû.    Amed     Li Amedê jî 43 rêxistinên civaka sivîl di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de ji ber Konuk Evî ya taxa Ofîsê heta Parka Koşuyolu meş pêk anîn. ÎHD, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Odeya Tabîban a Amedê, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Jinan a Rosa, Baroya Amedê, DBP, Hevserokên HEDEP’a Amedê Pinar Sakin Tekîn û Abbas Şahîn û gelek nûnerên saziyan tevli bûn.   Li ser navê girseyê Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan daxuyanî xwend û diyar kir ku ew di alî rêgeza rêzdariya li dijî mafê mirovan û demokrasiyê gelek bi fikarin û daxuyakirin ku li herêmê pêkanînên dijdemokratîk zêde bûne.    ‘Gelek rojnameger girtîne’   Elîfê diyar kir ku bi taybet jî piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde bi îlankirina OHAL’ê re binpêkirin zêde bûne hiqûq hatiye rakirin. Elîfê  wiha dirêjî daye: “ Bi awayekî kêfî 6 salan çalakiya dayikên şemiyê hat qedexekirin. Di neçareseriya pirsgirêka Kurd de  israrek mezin heye. Îro gelek em dinêrin li ser çapemeniyê zextek mezin heye û gelek kedkarên çapemeniyê ji ber nûçeyên çêkirine hatine girtin.”   ‘Tecrîdek giran li Îmraliyê pêk tê’   Elîfê balkişand ser tecrîda giran ya li Îmraliyê û wiha vegot: “Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê  ya sala 2022’an 651 jê giran 1517 girtiyên nexweş hene. Girtî nikarin xwe bigihînin mafên xwe û nikarin bên dermankirin. Bi biryarên kêfî yên li jneya îdarî tahliyekirina girtiyan tê taloqkirin. Tecrîda li Îmraliyê bandor li ser hemû girtîgehan û civakê kiriye. Li hember destkeftiyên jinan êrîşek mezin heye. Ewil Peyaman Stenbolê niha jî qanûna hejmar 6284 kirin hedef.  Em dibêjin ku mafê jiyanê pîroze, daxwaza me jiyaneke bi rumet û azad e.”