Di bombebaranê de 2 zarok û jinek birîndar bûn 2023-12-09 14:03:12     NAVENDA NÛÇEYAN -  Di êrîşa Tirkiyeyê ya li gundê Deşîşe ya girêdayî Til Temirê de du zarok û jinek birîndar bûn.   Di êrîşên Tirkiyeyê  yên li hember gundê Deşîşe ya girêdayî navçeya Til Temirê de 2 zarok û jinek birîndar bûn. Mala welatiyê bi navê Ebduselam El Mela bû hedefa topbaranê. Di encama topbaraên de Kemal Ebduselam Mihemed (16) Nûriye Mihemed El Hisên (40) û Muna Ebduselam Mihemed (10) birîndar bûn. Kesên birîndar bûne ji bo ku werin darmankirin rakirin nexweşxaneya Til Temirê.