2 sal piştî Garîbe Gezer 2023-12-09 10:07:11     Oznûr Deger   MÊRDÎN - Di ser qetilkirina Garîbe Gezer a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Kandirayê 2 sal derbas bûn, xwişka Garîbeyê Asya Gezer têkildarî pêvajoyê wiha got: “Min Garîbe di girtîgehê de winda kir. Nîvê dilê min çû wir. Niha li girtîgehan tecrîd tê meşandin û girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Divê em bibin dengê wan."   Garîbe Gezer piştî qedexeyên derketina derve ya li Nisêbîna Mêrdînê di 2016’an de dema diçû Kutahyayê hat girtin û di 9’ê Kanûna 2021’ê de li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Kandirayê hat qetilkirin.    Li girtîgeha jinan a Bunyan a Kayseriyê piştî cezayê hucreyê lê hat birîn di Adara 2021’ê de surgunê girtîgeha Kandirayê hat kirin û li wir tundiya sîstematîk, destdirêjî lê hat kirin û heta întîxarê çû. Piştî 22 roj cezayê hucreyê şûnde Garîbeyê xwest bikeve hucra sê kes lê dimîne û lê ew bi zor birin hucra yek kesî. Garîbeyê ev qebûl nekir û gardiyanan ew birin odeya bi sunger. Li wir jî li Garîbeyê îşkence û destdirêjî hat kirin. Du sal bi ser qetilkirina Garîbe Gezer re derbas bû. Çend îşkence bi dîmenan derket holê jî derbarê sûcdaran de tu lêpirsin nehatin destpêkirin. Ev rewş bêhiqûqiya li hemberi Garîbeyê nîşan da. Piştî mirina Garîbeyê Dadgeha Bilind cezayê Garîbeyê erê kir, lê dosyaya derbarê mirina Garîbeyê de jî di Dadgeha Destûrî de li benda biryarê ye.    Xwişka Garîbe Gezer Asya Gezer derbarê xwişka xwe de ji ajansa me re axivî.   'Ew birin hucreyeke tije av lê heyî'   Asya, diyar kir ku Garîbe di 3'yê Adara 2016’an de li Kutahyayê hat binçavkirin û di nava 6 salan de ew birîn girtîgehên wek Mêrdîn, Mîdyat, Şakran, Tarsûs, Bunyan û Kandirayê. Asya, daxuyand ku cara yekem Garîbe li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê hat tecrîdkirin û wiha got: "Li Bûnyanê di hicreya yekkesî de ma û li vir Garîbe dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Vê demê ji xwe li gelek girtîgehan grevên birçîbûnê hebû. Ji bo piştevaniyê dest bi grevê kir. Li dijî bêhiqûqiyê Garîbe hicreya ku dima şewitandan. Piştre hat diyar kirin ku hatiye sirgunkirin lê nehatibû sirgunkirin hêj jî heman girtîgehê hatibû girtin. Ji ber çalakiyê vê carê Garîbe xistin hicreya ku tijê av lê heyî û tenê di nav de ranzayek heyî. Ev dem dema pandemiyê bû û hevdîtin tunebû. 2 hefta carekî dikarî telefonê veke. Roja duşemê bi telefonê geriya û dengê wê qet nebaş bû û ji me re got ‘Min hicreya xwe şewidan û niha ez di hicreya ku tijê lê av heyî de dimînin'. Du rojan xew neket çavên min. Min û parêzer me ji girtîgehê re telefon vekir û ji me re gotin carek din birine hicreya wê. Lê vê demê jî îşkence berdewam kir."    ‘Bi navê îzalasyonê xistin hicreyê'    Asya, da zanîn ku Garîbe li dijî bêhiqûqî û neheqiyê her tim xwedî bi helwest bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rojek di telefonê de behsa tiştên ku jiyayî kir. Diyar kir ku berpirs midûrê yekem û berpirsê gardiyanan e. Piştre di meha adarê de Garîbe ji Bunyanê sewqê Kandirayê kirin. Dema qala Kandirayê tê kirin mirov gelek ditirse. Bi hinceta 'îzalasyonê' ev xistin hicreyeke yekkesi. Lê ev rewş berdewam kir û Garîbe nebirin cem hevalên wê. Garîbe li dijî vê yekê daxwazname da lê bersiveke devkî dan wê. Midûr xwest bi Garîbeyê re hevdîtin pêk bîne lê Garîbe vê yekê qebûl nekir û gardiyan piştre êrişê Garîbeyê dikin. Nêzî 200 metre ji erdê kaş dikin û dixin odeya bi singer. 4 saetan bi keleçeya plastîk destê wê tê girêdan. Dû re dibin hicreya asayî. Garîbe li dijî vê şîdetê derdikeve û carek din ew dibin odeya bi singer. Dema Garîbe hewl dide ku parçeyek ji singerê biqetinê gardiyan êrişê Garîbeyê dikin. Dîmenên îşkenceyê ya di ode û korîdorê de pêk hatî derketin holê. Piştî ku Garîbe 24 saetan li vir dimîne kesek wek psîkolog xwe dide nasîn Garîbe tehdît dike. Garîbe li dijî vê îşkenceyê serî rakir û hewlda ku dawî li jiyana xwe bîne. Lê dema tê ser hişê xwe serê wê di nava xwînê de maye, gardiyan li şûna ku wê bibin revîrê dibin cihê ku ziyaretvan tên qebûlkirin. Bijîşk jî li şûna ku tedawî bike bertek nîşan dide û Garîbe jî vê yekê qebûl nake. Li vir daxwaznameya "Heke sibê ez bimirim, ez ji mirina xwe berpirsim' li Garîbeyê didin îmzekirin. Piştre ew dibin hicreya ku ji dûrê hevalên wê. Li vir tê tecrîdkirin û Garîbe li vir ji hêla gardiyanên jin ve bi tacizê re rûbirû dimîne. Ji xwe me ji çapemeniyê ragihand vê rewşê. Parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi mijarê re eleqedar bûn. Ligel vê yekê Garîbe di meha heziranê de carek din hicreya xwe dişewitine. Ligel vê carek din bi îşkenceyê re rûbirû dimîne."   Hevdîtina herî dawî...   Asya da zanîn ku di îdianameya derbarê Garîbe de hatî amadekirin de hat gotin ku Garîbe li ser dîwarê hucreya xwe "Dewleta faşîst, destên xwe ji bedena jinê bikişine" nivîsandiye û wiha bi lêv kir: "Îşkenceya li Garîbe dihat kirin berdewam kiriye. Derbarê Garîbeyê de ji ber ku singerên odeyê qetandiye 2 dozên cuda lê hatin vekirin. 45 rojan cezayê hicreyê lê hat birîn. 3 caran min hevdîtina girtî pê re kir. Serpêhatiyên xwe ji min re got. Garîbe tişta ku pêk hatî qebûl nedikir û yek bi yek tiştên ku jiyayî nivîsand. Herî dawiyê di 16'ê Mijdara 2021'an roja sêşemê em bi telefonê axivîn. Dengê wê baş dihat. Ji min re got dê cezayê hicreyê dê wek 5, 20 û 9 roj bikin. Piştî 5 roj şûnde Garîbe telefon venekir û min jî ji girtîgehê re telefon vekir. Ji min re gotin cezayê hicreyê ya 20 rojan heye. Di 9'ê Kanûnê saet 17.00'an de ji girtîgehê telefon hat. Midûrê duyem a girtîgehê ji min re got 'Garîbe dawî li jiyana xwe aniye'. Min jê re got ez bawer nakim we tiştek aniye serê Garîbeyê."    'Îşkence li kurdan dikin'   Asya di axaftina xwe de wiha bal kişand ser dozên ku hatine vekirin: "Parêzerên Garîbeyê derbarê îşkence û tacizê de doz vekir bûn. Lê tu encam derneket. Kiryar hatin xelatkirin. Çende pevajoyên wisa derbas bûn jî carekî jî îfadeyên Garîbeyê negirtin. Piştî 10 meh şûnde bi israra parêzeran îfadeya min girtin. Lê dîsa derbarê dosyaya tacriz û tecawizê ya li hemberî Garîbeyê de biryara neşopandinê hat dayîn. Piştî demek kurd dozger derbarê mirina bi guman û kuştina bi qestî de jî biryara neşopandinê da. Dadgeha Destûrî jî wek henek piştî mirina Garîbeyê, biryara Dadgeha Bilind a derbarê cezayê Garîbeyê de erê kir. Ev tişt tenê nîşaneya zilma li hemberî kurd e. Îşkence li kurdan dikin."   'Nîvê dilê min çû...'    Asya, da zanîn ku Garîbe li girtîgehê bi îşkenceyê hatiye qetilkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Qetilkirina Garîbe nehat lêkolînkirin û piştre gelek cenaze li girtîgehan derket. Ev rewş nîşaneya îşkenceya li girtîgehan tê kirin e û ev nîşaneya tecrîdê ye. Parçeyek me niha li girtîgehê ye. Min Garîbe di girtîgehê de winda kir. Nîvê dilê min çû wir. Niha li girtîgehan tecrîd tê meşandin û girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Divê em bibin dengê wan. Bi taybetî jî dengê jinên girtî. Polîtîkayên herî qirêj li hemberî hevalên me yên jin tê meşandin. Divê em bibin yek û em dibêjin 'Jin jiyan azadî'. Divê em bibin dengê Denîz Poyraz, Nagîhan Akarsel û hemû hevalên din."