Adalet Fîdan: Em ê di hilbijartinan de bersivê bidin 2023-12-09 09:05:26     Melek Avci   ENQERE - Hevşaredara Sîlopiyê Adalet Fîdan ku bi heyeta Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Konseya Herêmî ya Ewropayê (AK) re di hevdîtinên li ser rapora derbarê qeyûman de hatiye amadekirin de cih girt wiha got: “Em ê carek din destûr nedin tayînkirina qeyûman. Em ê şaredariyên xwe bigirin û qadên xwe berfireh bikin. Bila guman tu kesî tunebe. Em ê bi morelekî mezin bersiva her du deman bidin.”   Heyeta Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Konseya Ewropayê ya Herêmî beriya hilbijartinên 31’ê Adarê hat serdana Tirkiyeyê. Heyetê rapora derbarê qeyûmên piştî 2019’an hat tayînkirin pêşkêşî konseye kir û piştre jî ji bo pêşniyarên dane Tirkiyeyê pêk hatiye an na jî di 20’ê Mijdarê de lêkolîn kirin.   Heyet bi hevşaredarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re hatin gel hev û diyar kirin ku wê piştî 2014’an dîsa ji bo lêkolînê bên. Hevşaredara Sîlopiyê Adalet Fîdan ku bi heyetê re di hevdîtinan de cih girt der barê hevdîtinan û hilbijartinan de axivî.   Ji bo lêkolînkirina qeyûman serdanên AK’ê   Adaletê diyar kir ku piştî rapora ji aliyê konseya Ewropayê ve ji bo rêveberiyên herêmî hatiye pêşkêşkirin şûnde, heyet ji bo lêkolînan hat serdanê û wiha vegot: “Piştî hilbijartinên 2019’an qeyûm hatin tayînkirin. Piştî vê civîna me ya yekem bi Konseya Ewropayê re pêk hat. Dîsa ji heyetek ava kirin. Ev heyet dema hilbijartinan de hat Tirkiyeyê û piştî qeyûman lêkolîn kirin. Dema rapora xwe pêşkêşî Konseya Ewropayê kirin gotin qeyûm dij demokrasiyê ne. Hat xwestin ku Tirkiye demildest biçe sererastkirinê û ji bo demokrasiyê gavê bavêje. Heta ev rapor ji bo me erênî encam bû. Du sal berê heyete li Enqereyê hevdîtin kirin. Bi partiyên siyasî û HDP’ê re hevdîtin kirin. Armanca hevdîtinên dawî jî ev bû. Du sal derbas bû ka çi hatye kirin li wê mêzekirin.”   ‘Wezaret ji qeyûman berpirse’   Adaletê, da zanîn ku heyetê ji bo qeyûman ji wezareta karê hundir randevû daxwaz kir, lê wezaretê bi hincetan betal kir wiha berdewam kir: “Berpirsê qeyûman wezareta karê hundire. Beriya bên randevu girtibûn. Lê hefteyek ji hevdîtinê re mabû betal kirin. Bi hincetên vala betal kirin. Dema me bi me re hevdîtin kirin gotin ‘Çar sal û nîv derbas bûye. Pêvajo didome. Çi hatiye guhertin, wezareta karê hundir randevu betal kiriye’. Beriya heyet bê ji raporan dizanibûn çima heyet tê. Rapor berê ji AK’ê derbas bûye, beriya wê jî hatine Tirkiyeyê û rapor pêşkêş kirine. Lê wezaretê randevu betal kir.”   Piştî hilbijartinan wê heyet dîsa lêkolîn bike   Adaletê her wiha da zanîn heyeta hatiye balkişandiye ser dijhiqûqiyên salên borî û dijhiqûqiyên tayînkirina qeyûman û wiha domand: “Piştî hilbijartinan rêveberî guherî. Wezareta karê hundir çi difikire. Gelo wê wisa bidome. Bersiva van pirsan tuneye. 5 meh şûnde hilbijartin heye. Piştî hilbijartinê wê heyet dîsa bê Tirkiyeyê û rewşê bişopîne.”   ‘Wê di sindoqan de bersiv bê dayîn’   Adaletê diyar kir ku ji bo bersiva qeyûman bê dayîn divê gel biçe ser sindoqan û got: “Bêyî têkoşîn serkeftin ne pêkane, destkeftî ne pêkan in. Belê em zîhniyetê nas dikin. Mafê me ji destê me digirin îradeya me nas nakin. Ev du deme qeyûman tayîn dikin û her kesî digirin. Lê me tu carê dest ji têkoşînê berneda. Divê em xwedî li rêveberiyên herêmî derkevin. Bila gumana tu kesî tunebe em ê di hilbijartinan de bersiva qeyûman bidin.”