Butçeya Navendî ya 2014’an diçe lijneyê: Jin nayên dîtin 2023-12-09 09:03:49     Dîlan Babat    ENQERE - Parlamentera HEDEP’ê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît der barê hevdîtinên butçeyê de nirxandin kir û da zanîn ku di hevdîtinên Komîsyona Butçe û Planan de jin wek kirde nayên dîtin û pêşnûmeyên li dijî krîzê dane meclîsê jî hatine redkirin.   Hevdîtinên Komîsyona Butçe û Planê di rojên borî de bidawî bûn. Hevdîtinên Butçeya Navendî ya sala 2024’an wê di 11’ê Kanûne roja duşemê li Lijneya Giştî bên nîqaşkirin. Di hevdîtinên Komîsyona Plan û Butçeyê de, ji aliyê parlamenerên HEDEP’ê ve bê navber nelêrêtiyên qeyûman, girtina stargehên şaredariyan, qelsiya stargehan, xizaniya jinê, bihayên kantînên girtîgehan hat ziman û tevî vê wezaretan xizaniya jinan pirsgirêkên jinan carek din ji nedîtîve hatin.   Parlamentera Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Gulcan Kaçmaz Sayyîgît der barê hevdîtinên Komîsyona Plan û Butçeyê de nirxandin kir.   Gulcanê diyar kir ku divê têgehên Butçe çiye? Mafê butçeyê çiye? Bên venasîn û got yek ji metnên ku deshtilatdariya siyasî tercihên xwe yên siyasî derdixe holê metnên butçeyê ne û got: “Di metnên siyasî de desthiatldariya siyasî ji kê nêrîna digire çiqasî dide kê derdikeve holê. Mafê butçeyê; Yek ji mafê herî girîng ê mirovahiyê ye. Di diyarkirina butçeyê de divê civak xwedî gotin be. Lê mixabin ji civakê fikr nayê girtin bi giştî ji aliyê serdestiya siyasî tê derxistin. Butçeyeke ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr ve tê derxistinê ye. Jin, xizan, ciwan, zarok, kal û pîr, kedkar nayên dîtin. Me wek HEDEP’ê di her hevdîtinê de pêşnûmeyên xwe dan. Lê hatin redkirin.”   ‘Jin wek kirde nayên dîtin’   Gulcanê her wiha diyar kir ku jin di butçeyan de wek kirde nayên dîtin û dema li pratîkan tê mêzekirin ev baş tê dîtin û wiha domand: “Heqdestê lênerînê wek 5 hezar û 98 derdikeve pêş me.Yên barê lênêrîna astengdar û nexweşan hildigirin jin in. Em li krîza aborî dinêrin ev 5 hezar tu derdî derman nake. Ji bo jinên dest ji mêr berdane hezar TL tê dayîn. Ev pere nêzîkatiya li hember jinan nîşan dide. Em li alavên hîjyenê dinêrin hezar TL têr nake. Di butçeyêde jin wek kirde nayên dîtin.”   Ji bo şer û diyanetê butçeyên mezin   Gulcanê di berdewamiyê de balkişand ser butçeya ji bo şer tê veqetandin û wiha bi lêv kir: “AKP 21 sal in ev butçeyên şer derxistine asta herî jor. Mirov di nav xizaniyê de difetisin. Xwendekarên zanîngehan cihê starbûnê nabînin. Xizanî li her derê giran dibe. Butçeya divê ji bo gel bê veqetandin ji bo şer tê veqetandin. Di hevdîtinên butçeyê de me dît ku butçeyên çiqas mezin ji şer û diyanetê re tê veqetandin.”   Bandora tecrîdê ya li ser aboriyê   Gulcanê daxuyakirin ku di hevdîtinên butçeyê de bê navber bandora tecrîdê ya li ser aboriyê anîne ziman û got: “33 meh in tu agahî ji Îmraliyê nayê girtin. Di pêvajoyên borî de me dît ku dema bi Birêz Ocalan re hevdîtin hebû, di alî civakî û aborî de pêşketin hebûn. Lê ev 33 meh in tu agahî nayê girtin. Ev polîtîkayên tecrîdê ji aboriyê serbixwe nînin.”   ‘Rewş li girtîgehan hîn bêtir giran e’   Gulcanê balkişand ser hevdîtinên Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî û got ji ber qelsiya stargehan pêşnûme dane lê pêşnûme ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatiye redkirin û wiha dawî lê anî: “Beriya qeyûman di bin banê şaredariyan de stargehên jinan hebûn. Me pêşniyar kir ku stargeh bên zêdekirin. Me xwest keda jinê bê dîtin. Di alî aborî de xebat bên meşandin. Lê mixabin hatin redkirin. Îstîhdama jinan, kreş hatin redkirin. Li hinek cihan hinek tişt tên gotin lê dibêjin na. Her tişt tê redkirin. Ev bandor li hemû aliyan dikin. Yek ji cihên ku xizanî lê giran e girtîgeh in. Em van pirsgirêkan pir dijîn. Lê li girtîgehan du qat tên jiyîn. Li kantînan her tişt pir buha ne. Girtiyên jin nikarin alavên hijyen, şîr û mamayê bigirin. Li girtîgehan rewşeke hîn girantir heye.”