9'ê Kanûna 1897'an: Yekemîn rojnameya femînîst a cîhanê derket 2023-12-09 09:01:19     Komek jinên bi navê "Serhildêrên Nû" di 1897'an de yekemîn rojnameya femînîst a cîhanê ya bi navê “La Fronde” weşandin. Rêveber û nivîskarên kovarê wekî "Serhildêrên nû" hatin binavkirin û kolanên Parîsê bi van îlanan hatin xemilandin. Rojnameya ku di serî de 50 hezar dihat firotin piştî 1903'yan ji ber rewşa aborî mehane hat weşandin û ji ber heman sedemê hat girtin.    Hinek geşedanên di îro de qewimîne wiha ne:   1895: Ji Rêveberên têkoşîna azadiyê ya Maoriyan ên welatiyên herêmî yên Zelandaya Nû Whina Cooper ji dayik bû. Whina bi têkoşîna xwe ya polîtîk dihat naskirin. Whina di 1951'an de bû seroka Yekîtiya jinên Maoriyê. Di 1994'an de di 99 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.    1895: Siyasetmedara komunîst Dolores Ibárruri li herêma Bask a Îspanyayê hat dinê. Dolores afrînera dirûşma "No Pasaran-Rêyek nîne" bû.    2002: Michele Norris, li Eyaleta Washingtona Emerîkayê bû pêşkeşvana yekem a jin a bernameya nûçeyan a Radyoya National Public Radio.   2002: Li Qada Xinêrê ya Herêma Federe ya Kurdistanê Sarya  (Neriman Bozak) a PKK'yî û komek hevalên wê di bin aşîtê de man û jiyana xwe ji dest dan. Sarya ji Elmanyayê beşdarî PKK'ê bûbû.    2013: Li Hîndistanê zagona jinan ji destdirêjiya zayendî ya li cihê kar diparêze ket meriyetê. Zagona nû pênaseya tecawizê berfireh kir.    2017: Bi pêşengiya Tevgera Jinê ya Kurd a Rûsyayê li Moskovayê Konferansa Jina Kurd pêk hat. Delege ji Krasnodar, Saratov, Tambov, Nijni-Novgırıd, Komara Xweser a Yaroslavl Adıgey beşdarî konferansê bûn.    2021: Garîbe Gezer piştî qedexeyên derketina derve ya li Nisêbîna Mêrdînê di 2016’an de dema diçû Kutahyayê hat girtin û di 9’ê Kanûna 2021’ê de li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Kandirayê hat qetilkirin. Li girtîgeha jinan a Bunyan a Kayseriyê piştî cezayê hucreyê lê hat birîn di Adara 2021’ê de surugnê girtîgeha Kandirayê hat kirin û li wir tundiya sîstematîk, destdirêjî lê hat kirin û heta întîxarê çû. Piştî 22 roj cezayê hucreyê şûnde Garîbeyê xwest bikeve hucra sê kes lê dimîne û lê ew bi zor birin hucra yek kesî. Garîbeyê ev qebûl nekir û gardiyanan ew birin odeya bi sunger. Li wir jî li Garîbeyê îşkence û destdirêjî hat kirin.