ROJEVA 09'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-09 09:00:00     * Gundê ku di sînorê du welatan de maye Pekran a Dîgorê, pêşî ermen û piştre jî kurd bûn hedefa polîtîkayên bişaftin, koçberî û qirkirinê. Şopên dîrokî bi serê xwe serpêhatiyên ku li ser vê erdnegariyê hatiye jiyîn tîne ziman. BI DÎMEN    * Malbatên girtiyan çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de hat destpêkirin silav kirin û gotin: "Divê demildest li Îmraliyê hevdîtin pêk bê." BI DÎMEN    *Parlamentera HEDEP’ê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît der barê hevdîtinên butçeyê de nirxandin kir û da zanîn ku di hevdîtinên Komîsyona Butçe û Planan de jin wek kirde nayên dîtin û pêşnûmeyên li dijî krîzê dane meclîsê jî hatine redkirin. BI DÎMEN    *Aktîvîsta Kurd Berîvan Matyar a li ser zimanê kurdî xebatan dimeşîne, diyar kir ku jinên kurd di serî de li Ewropayê ji bo hemû jinên cîhanê dibe hêvî û têkoşîna wan her diçe mezin dibe. BI DÎMEN    *Hevşaredara Sîlopiyê Adalet Fîdan ku bi heyeta Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Konseya Herêmî ya Ewropayê (AK) re di hevdîtinên li ser rapora derbarê qeyûman de hatiye amadekirin de cih girt wiha got: “Em ê carek din destûr nedin tayînkirina qeyûman. Em ê şaredariyên xwe bigirin û qadên xwe berfireh bikin. Bila guman tu kesî tunebe. Em ê bi morelekî mezin bersiva her du deman bidin.” BI DÎMEN    * Di ser qetilkirina Garîbe Gezer a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Kandirayê de 2 sal derbas bûn, xwişka Garîbeyê Asya Gezer têkildarî pêvajoyê wiha got: “Min Garîbe di girtîgehê de winda kir. Nîvê dilê min çû wir. Niha li girtîgehan tecrîd tê meşandin û girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Divê em bibin dengê wan."