‘Nikarin bi tirsê ciwanan biçewisînin’ 2023-12-08 21:02:50   EDENE- Meclîsa Ciwanan a Edenê ya HEDEP’ê, tundiya polîsan ku di bin çavande li berdevka meclîsê Edanur Îbrahîmoglu kiribûn protesto kirin û gotin: “Ciwan bi îşkence, tirsê nayên çewisandin. Em dest ji têkoşîna xwe bernadin.”   Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a HEDEP’ê Edanûr Îbrahîmoglû duh di dema daxuyaniya li Stenbolê ya têkildarî mafê şînê rêzgirtina miriyan a Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadolûyê (ANYAKAY - DER) a li Qada Şîrînevlerê de ji hêla polîsan ve lêdan û piştre jî hat binçavkirin. Hat zanîn ku Edanûr Îbrahîmoglu di bin çavan de tundî dîtiye.   Meclîsa Ciwanan a Edenê ya HEDEP’ê li ber Parka Înonu der barê êrîşa li hember Edanurê daxuyaniyek dan û bûyer protesto kirin. Ji Meclîsa Ciawnan a HEDEP’ê Ruken Ecer daxuyanî xwend û da zanîn ku wê ciwan li dijî êrîşan bêdeng nemane û wê bêdeng nemînin.   Rukenê tundiya li ser Edanurê bibîr xist û got: “Em îşkenca li hember hevberdevka xwe qebûl nakin. Ev  îşkence li hemû ciwanan hatiye kirin. Ev êrîş parçeyek polîtîka şere. Em ê têbikoşin û biserkevin.”