6 parêzvanên maf ên Bahayî hatin berdan 2023-12-08 19:46:25   NAVENDA NÛÇEYAN - 6 aktîvîstên jinên Bahayî ên ku ji aliyê hikumeta Îranê hatibûn girtin bi kefalet serbest hatin berdan.   Li ser Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî bi dirûşma ‘Jin Jiyan azadî’ dest pê kir, salek derbas bû. Tevî ku hikûmeta Îranê gelek hewil da bi rêbazên cûr bi cûr xwepêşandanan bitepisîne lê bi ser neket. Di serhildana ku guhertineke girîng di hişmendî û derûniya civaka Îranê de çêkir, bi hezaran kes hatin girtin, cezayên giran li wan hat birîn û hatin darvekirin.   Di rêza pêşî ya van koman de kesên xwedî baweriya Behayî tê. Li Îrana ku gelek bawerî bi Destûra Bingehîn tên naskirin, welatiyên ji baweriya Behayî di bin zextên giran de ne.   Hate hînbûn ku 6 jinên ji baweriya Behayî yên di 7’ê Mijdarê de li bajarê Hemedanê ya Îranê hatin binçavkirin û çarenûsa wan nehat zanîn di 7’ê Kanûnê de bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Navên jinên ku nayê zanîn bi çi sûcî girtî ne, wiha ne: Zarîn Doxt Ahadzade, Atefeh Zahedî, Nora Eyûbî, Ferîde Eyûbî, Neda Mohebî û Jaleh Rezayî.