'Ji bo em bigihêjin azadiya Rêberê xwe, em ê gavê paşde navêjin' 2023-12-08 12:14:36     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Helebê têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kirin ku ew dixwazin demildest derbarê rewşa Abdullah Ocalan de bibin xwedî agahî û gotin:"Ji bo em bigihêjin azadiya Rêberê xwe em ê gavê bi paşde navêjin û em ê her li qada bin."   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 33 meh in tu agahî jê nayên girtin. Çalakî û nerazîbûnên li dijî tecrîdê jî hem li çar aliyên Kurdistanê hem jî li cîhanê dewam dike. Têkildarî mijarê jinên li Helebê axivîn. Jinan banga xwedîderketina li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin û xwestin tecrîd bi dawî bibe û Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe.    Bêdengiya li qada navneteweyî   Dayika Pakrewan Baz, Cûmene Hemîd da zanîn ew azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dixwazin û wiha got:" Ev bû 25 sal in ku Rêberê me di nava çar dîwaran de ye. Her wiha zêdetirî du salan e, em tu agahiyê li ser rewşa wî nizanin. Di heman demê de her car cezayên disîpilînê lê zêde dikin. Her carê vî cezayî nû dikin. Ev jî dibe sedem ku gel ji Rêbertî agahiyê negire. Îro ramanên Rêbertî li dinyayê tevde belav bûye û felesefeya Rêbertî ji bo azadkirina tevahî gelên bindest û çareseriya tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. Lê ji bo ku dewletên navneteweyî desthilatdariya xwe li ser tevahî civakan bide avakirin û bi taybet li ser civaka kurd loma jî bêdeng dimîne."   'Ger ev rêxistin bi erka xwe ranebin wê demê ew jî şirîkê komployê ne'    Cûmene banga xwe li tevahî dinya, dewlet û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo Abullah Ocalan bikevin nava tevgerê û wiha lê zêde kir:" Îro divê hemî rêxistinên ku bi mafê mirovan bang dikin bi erka xwe rabin û ji bo azadiya Rêbertî bêdeng nemînin. Lê ger ev rêxistin bi erka xwe ranebin wê demê ew jî şirîkê komployê ne. Bi taybet piştî erdheja ku li Îmraliyê xist fikarên me zêde bûn. Rewşa Rêbertî dîsa ji me re nedan xuyakirin. Ew di ewlehiyê de ye yan na ? Divê di vê derbarê de agahiyê bidin me."   'Rêbertî kilîta çareseriya tevahî aloziyan e'   Di dawiya axaftina xwe de Cûmene bal kişand ser bêmafiya li hemberê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Divê Rêberê me ji girtîgehê derkeve. Lê belê kes ji bo vê bêmafiyê dengê xwe nake. Lê em weke malbata pakrewanan dest ji felesefeya Rêbertî bernadin û ji bo azadiya Rêbertî em ji hemî tiştî re amade ne, ji ber azadiya Rêbertî azadiya dinyayê tevde ye û kilîta çareseriya tevahî aloziyan e."   'Ramanên Rêberê me ji bo silametiya tevahî dinyayê ye'   Dayika pakrewan Vejîn Elîşêr, Elîf Reşîd jî diyar kir divê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hemû kes rabin ser piyan û wiha got: "Cezayên dîsîplînê her carê li ser Rêberê me nû dikin. Em bang li rêxistinên mafê mirovan dikin ku bêdeng nemînin û xwe berpirsiyar bibînin. Em daxwaz dikin ku em jî wekî her kesî bi rewşa Serokê xwe zanibin. Çimkî îro ramanên Rêberê me ji bo silametiya tevahî dinyayê ye. Îro bi saya ramanên Rêbertî em li berxwe didin û têkoşîna xwe bilind dikin. Zarokên me di oxira vê têkoşînê de şehîd ketin, ji bo vê jî em qet ne poşman in. Divê dadgehek navneteweyî ji bo azadiya Rêbertî were vekirin."    'Ji bo em bigihêjin azadiya Rêberê em ê gavê bi paşde navêjin'   Heyat Horo ya ku hevjînê wê di têkoşîna doza azadiyê de jiyana xwe ji dest daye wiha got:" Heta em tu agahiyê ji Rêberê xwe negirin, em rehet ranazên. Em tecrîda ku heta niha li ser Rêberê me dewam dike şermezar dikin. Piştî erdheja ku çêbû jî dîsa me tu agahî li ser rewşa Rêberê xwe negirt. Ma kanî mirovatî, kanî mafê mirovan ? Lê ji bo em bigihêjin azadiya Rêberê xwe, em ê gavê bi paşde navêjin û em ê her li qada bin."