Tulay Hatîmogullari: Em ê şaredariyan ji nû ve bigirin 2023-12-07 19:50:02   ÎZMÎR - Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogullari ku li Îzmîrê di civîna gel a partiya xwe de axivî, diyar kir ku ew ê hemû şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin, ji nû ve bi dest bixin û got ku li bajarên Tirkiyeyê jî pêvajoya bernamzetiyê dane destpêkirin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogullari, li navçeyên Menemen û Bayrakli yên Îzmîrê hin hevdîtin kirin. Heyeta ku di nav de Parlamenterên HEDEP'ê Burcu Gul Çubuk, Îbrahîm Akîn, George Aslan û Oznur Bartîn jî hebûn, ewil çû Taxa Asarlikê ya navçeya Menemenê.   Heyet ku di têketina taxê de bi konvoyan hat pêşwazîkirin, li taxê geriya û welatiyan silav kir. Piştî konwoyê, serdana dikandaêrn taxê hat kirin. Heyet li vir bi dikandaran re sohbet kir û guh li pirgsirêkên wan kir.