Li Teqbayê tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat protestokirin 2023-12-07 18:34:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tebqayê bi meşekê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û ji bo zelalkirina rewşa wî  bang hat kirn.   Çalakiyên der barê rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  ya piştî erdheja ku li Tirkiyeyê pêk hat, dewam dikin. Di vê çarçoveyê de Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê meşek li dar xist. Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, meclisên leşkerî, endamên partiyên siyasî û tevgerên jin û ciwanan jî di nav de, bi sedan şêniyên Tebqayê beşdarî meşê bûn.   Meşê ji parka Şehîd Hevrîn Xelef dest pê kir û ber bi avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan ve bi rê ket. Di meşê de dirûşûmên "Bijî berxwedana Îmralî" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Mensûra Foza El Mihemed daxuyaniyek xwend.   Di daxuyaniyê balkişandin ser karasetên xwezayî yên Tirkiyeyê diqewimin û bi taybetî erdheja 4'ê Kanûnê de li Bursayê pêk hatiye.  Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji nêzî 26 salan de tu agahî ji girava ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayên wergirtin û hate diyarkirin ku ev yek li dijî pîvanên navneteweyî û mirovî ye û rê li ber fikaran vedike.   Di daxuyaniyê de bi navê şêniyên Tebqayê bang li dewleta Tirk a dagirker hat kirin ku rewşa Abdullah Ocalan zelal bike û deriyê Îmraliyê li ber malbat, parêzer û bijîşkên wî veke . Her wiha bang li hemû gelan hat kirin têkoşîn bê mezinkirin.