'Nobeta Edaletê' li Mêrsîn û Edenê di roja 4'an de didome 2023-12-07 16:26:34     MÊRSÎN/EDENE - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Edene û Mêrsînê di roja 4'emîn de bi biryarî berdewam dike û di çalakiya îro de peyama domandina têkoşînê hat dayîn."   Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de, di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dabûn destpêkirin didome. Ji bo piştgiriya bi çalakiyê re li Mêrsîn û Edeneyê jî bi dirûşma “Ji bo aştiya civakî deng bidin zindanan, ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin” Nobeta Edaletê hate destpêkirin. Çalakiya li Mêrsîn û Edenê di roja 4'emîn de berdewam dike.    Mêrsîn    Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku li avahiya TUAY-DER'ê ya Çukurovayê dest pê kir, kete roja 4'emîn. Nûnerên gelek saziyên sivîl û Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî çalakiyê bûn. Berdevkê MEBYA-DER’ê Mehmet Hazar, da xuyakirin ku şert û mercên faşîzma li Tirkiyeyê dewam dikin û banga tevlîbûna Nobeda Edaletê kir.    Ji Dayikên Aştiyê Heybet Kalkan jî diyar kir ku ew tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl nakin û wiha got: “Heya ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bidome em ê jî di bin tecrîdê de bin û di girtîgehan de bin. Em aştiyê dixwazin, xwînê naxwazin. 34 meh in li ser Serok tecrît heye. Destûrê nadin parêzerên wî. Em dixwazin ku bila destûrê bidin parêzer û malbata wî pê re hevdîtinê bikin. Êdî bes ji vê zilmê re. Bila kurd xwe nas bikin. Kesên ku dibêjin ez mirovin bila tevlî vê daxwaza me bibin. Bila li zindanan zilm tunebe. Berxwedan jiyan e.”    Çalakiya nobetê bi stran û tevlîbûnê dewam kir.   Edene    Tevî endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA, rêveberên DBP, HEDEP, HDP û gelek kes tevlî çalakiya Nobeda Edaletê ya li avahiya TUAY-DER'a Akdenîzê ya Edeneyê bûn. Dayikên Aştiyê di çalakiya nobedê de bi tevlî erbaneyan stranan gotin û diyar kirin ku divê hemû beşên civakê dengê xwe bilind bikin da ku di zûtirîn dem de tecrîd bi dawî bibe.    Rêveberê HDP'ê yê Edeneyê Ahmet Akdogan jî destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê bandor li tevahiya civakê kiriye û wiha pê de çû: “Ger tecrîd rabe wê hemû civak û girtiyên di girtîgehê de bêhnê bistînin. Ji ber ku heta tecrîd neyê rakirin tu gel, Gelê Kurd û dostên wan azad nabin. Ev demeke dirêj e tu agahî ji Birêz Abdullah Ocalan nayê girtin. Vê yekê em hemû baş dizanin. Ji ber vê em dixwazin hemû kes li cem hevalên me yên li vir nobetê digirin bin.”