Di 'Nobeta Edaletê' de peyama ‘Berxwedanê mezin bikin’ 2023-12-07 16:08:54     WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya ku li Wanê hat destpêkirin di roja 3’yemîn de berdewam dike û di çalakiyê de peyama “Berxwedanê mezin bikin” hat dayîn.   Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” û “Nobeda Edaletê” li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya Nobeta Edaletê ku li Wanê hat destpêkirin di roja 3’yemîn de berdewam dike. Çalakiya ku li avahiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) de berdewam dike, saziyên sivîl, partiyên siyasî, welatiyên taxa Şehît Firat a Artemertê û taxa Karşiyaka ya Rêya Armûşê serdana nobetê kirin.   ‘Daxwaza zarokên me daxwaza me ye’   Dema welatî bi derenceyan hilkişiyan qata 5'an a Navenda Kar a Ozgurê ya ku avahiya navenda DBP’ê lê ye, bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zindana” hat berzkirin û çepikê xistin. Welatiyên ku li hundir di nobeda edaletê de rûniştibûn bi çepik û tililiyan welatiyan pêşwazî kirin û gotin: “Em amade ne ku berpirsyariya xwe bi cih bînin. Bila cenaze ji girtîgehan dernekevin û tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Daxwaza zarokên me daxwazên me ne."     ‘Em şopdarên vê pêvajoyê ne’   Nobeta ku serê sibê dest pê kir berdewam dike û gelek kes hatin serdanê. Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Wanê ku serdana çalakiyê kirin de seroka komeleyê Mehtap İşik axivî. Mehtap bi bîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye û anî ziman ku Tirkiye li gorî hiqûqa navneteweyî û hiqûqa xwe tevnagere.    Mehtap, da zanîn ku ew weke parêzer çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li girtîgehan dişopînin û da zanîn ku serlêdanên wan ên ji bo hemû mekanîzmayên hiqûqî dewam dikin. Mehtap, wiha got: “Di vê wateyê de çi ji destê me tê em amade ne.”   Piştî axaftinên hatin kirin Nobeta Edaletê bi dirûşme, çepik û stranan berdewam kir. Di nobetê de peyama “Berxwedanê mezin bikin” hat dayîn.