Li gelek bajaran li dijî êrişên li hember cenazeyan daxuyanî 2023-12-07 16:03:53     NAVENDA NÛÇEYAN - MEBYA-DER, têkildarî mafê şînê rêzgirtina miriyan li gelek bajaran daxuyaniya hevpar da û di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Em bang li hemû hêzên demokrasî û aştiyê dikin ku li dijî vê zilm, îşkence û êrişên li hemberî cenazeyan dengê xwe bilind bikin.”   Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), têkildarî mafê şînê rêzgirtina miriyan li gelek bajaran daxuyaniyeke hevpar hat dayîn û di daxuyaniyan de bal kişandin ser mafê şînê û rêzgirtinê ya li hember cenazeyan.    Wan   MEBYA-DER, têkildarî mafê şînê rêzgirtina miriyan li Wanê daxuyanî da. Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUHAY-DER),  Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (OHD), Serhat Goç-Der, ÇEV-Der, KESK, ŞanoWan, Arsîsa û Milê Mafê Mirovan a TTB’ê bûn îmzakerên daxuyaniyê û tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya ku li ber avahiya komeleyê hat dayîn, daxuyanî ji hêla Hevseroka MEBYA-Der’ê ya Wanê Hanim Kaya ve hat xwendin.   Mêrdîn   MEBYA-DER li ber avahiya Rêxistina HEDEP'ê ya Nisêbînê daxuyanî da. Rêxistinên HEDEP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajar û navçeyan, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, parlamenterên HEDEPê Kamuran Tanhan û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Metna hevpar ji hêla hevseroka MEBYA-DER'ê ya Mêrdînê Gurbet Tekîn ve hat xwendin.    Şirnex   Li navçeya Hezex a Şirnexê MEBYA-DER'ê der barê îşkence û binpêkirinên li hemberî cenazeyan de daxuyanî da. Parlamenterê HEDEP'ê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û nûnerên gelek saziyan beşdarî daxuyaniya li ber avahiya Rêxistina Navçeyê ya HEDEP'ê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên malbatên ku cenazeyên wan di sindoq û çenteyan de hatibûn dayîn hatin hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji hêla rêveberê MEBYA-DER'ê Nûrî Salgucak ve hat xwendin.    Stenbol    Li Stenbolê jî bi heman armancê ji hêla Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadolûyê (ANYAKAY - DER) li Qada Şîrînevlerê hat xwestin ku daxuyanî bê dayîn. Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re ya Marmarayê (MA- TUHAYDER), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Dayikên Nobedarên Edaletê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA, Hevserokê HEDEP'ê Mûrat Kalmaz, Meclîsa Jinan a HEDEP'ê, Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê (DAD), Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), Enstîtuya Kurdi, HEDEP, nûnerên Meclîsa Ciwanan û rêxistinên girseyî yên demokratîk beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên cenazeyên di sindoqan de radestî malbatan hatin kirin hatin hilgirtin. Beriya daxuyaniyê bi saetan Qada Şîrinevlerê ji aliyê bi dehan wesayîtên binçavkirinê û polîsan ve hat dorpêçkirin.    Girseya ku xwest li ber avahiya ANYAKAY-DER'ê daxuyanî bide ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Girse bi dirûşma “Şehî namirin”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û "Girtin û binçavkirin nikare têkoşîna me asteng bike" berz kirin. Li hemberî biryarbûna girseyê polîsan êriş kir. Di encama êrişan 43 kes hatin binçavkirin. Her wiha rojnamegerên ku nûçe dişopandin jî bi lêdanê ji qadê hatin dûrxistin.    Riha   Komeleya Çand Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Ser Axa Qedîm Winda Kirine re (KATDER) tekildarî muameleya xirab a li dijî cenazeyan li Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a navçeya Halîliyeyê daxuyanî da. Girse li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiye (HEDEP) ya Rihayê biwêneyên kesên ku cenazeyên wan radestî malbatên wan hatin kirin hilgirtin û heta qada daxuyaniyê meşiyan. Dayikên Aştiyê, TJA, Rêxistina DBP'ê ya Rihayê, Rêxistina HEDEP a Rihayê û Parlamentera HEDEP’ê ya Rihayê Dîlan Kûnt Ayan jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka DBP'ê ya Rihayê Hamîde Goktaş metna daxuyaniyê xwend   Daxuyaniya hevpar ku hat dayîn wiha ye:   “Cudahiya mirov û zindiyên din ew e ku ew miriyên xwe bi merasim û rêzdarî defin bikin. Dîroka goristanan ji dîroka gelên niştecîh jî kevntir e. Ji bilî vê rewşa mirovî û dîrokî, li gorî qanûnên gerdûnî û biryar û hiqûqa Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, êrişkirin û bêhurmetîkirina cenaze û goran binpêkirina mafên bingehîn e. Mafê herkesî heye ku li gor irf û adetên malbata xwe bi rûmet were definkirin, li gor irf û adetên malbata xwe were binaxkirin, xizmekî xwe an jî kesekî pir nêzî wî were binaxkirin, derfet hebe ku erkên xwe yên exlaqî bi cih bîne û xisleta xwe ya mirovî nîşan bide, xatirxwestinê, şînê û bibîranîna miriyan. Ji aliyê civak û dewletê ve çawa bê dîtin, mafê hemû şaristaniyan heye ku goreke xwedî nirxeke pîroz û sembola bîranînê hebe. Ev maf ew qas xwezayî û bê nîqaş e ku ji aliyê qanûnê ve jî pêwîstî bi rêziknameya nivîskî nîne. Li gorî Qanûna Medenî û qanûnên têkildar; heger di der barê cihê definkirinê de vîna wî kesî tunebe û vîna wî ya tê tespîtkirin neyê diyarkirin, wê demê maf û rayeya biryardana cihê definkirinê ya xizmên wî ye. Lê belê li Tirkiyeyê dem bi dem êriş li ser vî mafî tê û ji ber ku êrîşkar rastî cezayên sûc nayên, ev sûc dubare dibe.   Astengiya li hemberî definkirinê   Cemîle Çagirga ya 10 salî ku di 7'ê Îlona 2015'an de li Cizîrê di encama gulebaranê de hat qetilkirin, cenazeyê wê 8 rojan di sarincê de ma û hat definkirin. Tevî 8 sal di ser re derbas bûn jî der barê êrişa li hemberî merasîma cenazeyê Hacî Lokman Bîrlîk ê ku di 3'yê Cotmeha 2015'an de li Şirnexê cenazeyê wî li pişt maşîneya zirxî hat kaşkirin, lêkolîn nehat kirin. Di 19'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê dayika Taybet Înan li kolanê hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma û şûnde defin kirin. Di 14’ê Îlona 2017’an de li Enqereyê li dijî merasîma cenazeyê dayika Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk êriş pêk hatibû û cenaze ji gorê hatibû derxistin û li cihekî din hatibû definkirin. Malbat û xizmên girtiyê nexweş Şakir Turan ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da, li gorî baweriya xwe destûr nedan ku cenazeyê wî defin bikin û merasîma cenaze rastî êrîşan hat. Rêhevalên ku xwestin tevlî merasîma rojnameger Necmettîn Salazê ku jiyana xwe ji dest da bibin, hatin astengkirin. Di sala 2023’an de gora Ugur Kaymaz cara 3’yemîn hat xerakirin.    Sêrlêdanên malbatan bê bersiv dimînin   Heya niha li dehan cihan êrişên bi heman rengî pêk hatine. Êrişên li ser goristanên Gelê Kurd li gelek cihan didomin û li ser kesên ku van êrişan pêk tînin tu ceza nayên sepandin. Ji ber ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd bêçareser hatiye hiştin, nêzîkatiya ewlehiyê serdest e û bi salan e pevçûnên dijwar didomin.  Li gorî agahiyên MEBYA-DER û ji şaredariyan hatin girtin, ji sala 2016'an û vir ve di dema pevçûnan û piştî şer de bêhurmetiya li miriyan, cenaze, goristan û sersaxiyê zêde bûne. 264 cenazeyên ku di 19'ê Kanûna 2017'an de ji Goristana Garzanê ya li bejahiya Oleka Jor a Bedlîsê hatin derxistin, li goristana bêkesan a Kilyosê tên hiştin. Ji ber pêvajoyên bi salan berdewam dikin û dibin sedema mexdûrbûn û binpêkirina mafên bi deh hezaran kesî de, gelek serlêdanên malbatên kesên mijara gotinê ye, bê bersiv dimînin.   Cenaze bi çente û sindoqên karton tên dayîn    Di salên dawî de tundî, muameleya xerab û êrişên li dijî cenaze û miriyan qat bi qat zêde bûne. Weke ku di dozên Agît Îpek, Yilmaz Uzun, Guler Ozbay, Hakan Aslan û herî dawî jî Menfiyat Elçîçek de jî tê dîtin, cenaze bi salan di tiba edlî de hatin ragirtin û piştre bi rêyên karton, çente an jî sindoqên kartonê ku ne li gorî rûmeta mirovîne radestî malbatên wan hatin kirin. Di van hemû bûyeran de nimêja cenaze û sersaxiyê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin astengkirin, wesayîtên birina cenaze nehatin dayîn û malbat jî neçar man cenazeyên xwe bigirin. Di hin rewşan de meleyên gund ji ber ku nikaribin nimêja cenazê bikin, ji ber ku meleyên gund ji bo ku neçin merasima cenaze, bi zorê ji gund vekişiyan. Ev mînak mînakên yekane yên şîdeta dewletê ya li dijî miriyan û cenazeyan nînin. Mixabin ji ber zimanê tundiyê yê hikûmetê hema hema her roj bûyerên wek xerakirina goran û qedexeyên sersaxiyê rû didin û tê xwestin ku tundiya li dijî miriyan normalîze bibe. Heman şîdet ne tenê li ser cenazeyan, li xwediyên cenazeyan jî bandor dike. Malbat nikarin miriyên xwe li gorî adet, urf û ayînên xwe yên olî defin bikin û nikarin ji mafên xwe yên bingehîn ên wekheviyê sûd werbigirin. Ev rewş di wijdanê civakê de dibe sedema birînên bêveger û kûr.   Bi rûmeta mirovahiyê divê bên definkirin   Dema ku dewlet bi şîdeteke tund êrişî mirî û cenazeyan bike, bêyî ku ferq bike, em ê bertekê xwe bilind bikin. Bi rêk û pêk definkirina cenazeyan ne tenê mijara mafên mirovan ên bingehîn e, di heman demê de ragihandina siyasî ya îradeya dewletê ye ku em ê di kîjan civakê de bijîn. Di her warî de îtîraz û redkirina vê helwesta xerab erka me ye. Em bi bîr tînin; Ji bo jiyana hevpar a demokratîk a li Tirkiyeyê definkirina bi rêk û pêk pêwîst e. Avakirina aşitiyê ancax di civakeke ku hemû cenaze bi rûmeta mirovahiyê bên definkirin pêkan e.   Îşkence li cenazeyan dikin   Di civakeke ku mirî ji aliyê polîsan ve bi saetan tên astengkirin, gor tên xerakirin, cenaze bi lez û bez bêyî agahdarkirina malbatan li goristana bêkesan tên definkirin, civakeke kû cenaze di sindoqan de bête radest kirin, avakirina demokrasî, wekhevî, aşiti û hevkarî ne pêkne. Êşkenceya miriyan hemû têkiliyên civakî yên ku em tê de dijîn têk dibe û îmkana avakirina jiyana bı hev re wekhevîxwaz ne pêkan dike. Ne di asta siyasî û exlaqî de, ne di asta maf û azadiyan de, ne jî di asta olî û exlaqî de ravekirin, meşrûkirin, normalîzekirin û qebûlkirina vê îşkenceyê ne pêkan e.   Em careke din diyar dikin: Em zilma li mirî û cenazeyan tê kirin qebûl nakin. Em bang li hemû hêzên demokrasî û aştiyê dikin ku li dijî vê zilm, îşkence û êrişan dengê xwe bilind bikin.”