Biryara berdewamkirina girtina Dîcle Muftuoglu hat dayîn 2023-12-07 15:10:58     AMED - 1'emîn danişîna doza Hevseroka DFG'ê û edîtora Ajansa MA'yê Dîcle Muftuoglu pêk hat. Hêj parastina Dîcleyê neqediyabû, şandeya dadgehê ji bo Dîcleyê biryara domandina rewşa girtî da û danişîn taloqê 18'ê Çilêyê kir.    Danişîna ewil a Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglu ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Avakirina rêxistinê û birêvebirina wê” tê darizandin li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Rojnameger Dîcle Muftuoglû li girtîgeha tê ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Serokê şandeyê bidestûr e û danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.    Piştre jî rojnameger Dîcle xwe kir. Dîcle di serî de spasiya hempîşeyên xwe yên ji bo piştevaniyê hatin dadgehê kir. Dîcle, diyar kir armanc darizandina rojnamegerî, çapemenî û azadiya xwedîfadekirinê ye û wiha got: “Di bingeha zextên li ser rojnamegerên kurd de, pirsgirêka kurd û rastiya kurd heye. Di nava sed salan de gelek tişt guherîn lê zexta li ser rojnamegerên kurd neguherî. Heta Hrant Dink gelek rojnameger hatin qetilkirin. Ez wan jî bi bîr tînim.”    Dîcle destnîşan kir ku ew û 62 rojnamegerên girtî ji ber nûçeyên zarok û jinên hatine îstîsmarkirin çêkirine tên darizandin û wiha domand: “Armanca îdianameyê, reşkirina pîşeya rojnamegeriyê ye. Şahidê eşkere îdiaya ‘ji hêla rêxistinê ve hatiye perwerdekirin’ dike. Ev îdia, li emniyetê hatine nivîsandin. Her wiha îdiayên ‘copy paste’ in. Şahid ji bo min dibêje ‘di sala 2012’yan de li derveyî welat bû.’ Lê ev îdia rast nîne. Di dîroka behsa xeberê de min qezaya trafîkê derbas kiribû û ji malê qet derneketim.”    Di berdewamê de Dîcle anî ziman ku cara ewil di sala 2017’an de derketiye derveyî welet û wiha pê de çû: “Wê demê jî min referandûma serxwebûnê ya Herêma Federe ya Kurdistanê dişopand. Nûçeyên min, di ajansa ez lê dixebitim de tên parvekirin. Çawa ku îro şerê Filistîn û Îsraîlê tê şopandin, ez jî wê demê ji bo şopandina referandûmê çûm. Ji bo vê yekê îdiaya ji bo xebata rêxistinî rast nîne. Nayê qebûlkirin ku ji ber qeyda min a derketina derveyî welat îdiayeke wiha bê kirin. Her wiha di dosyayê de şahidê nepen heye. Ew jî xebatên min ên pîşeyî weke xebatên rêxistinî pênase dike. Têkildarî rojnamegeriyê tu zanebûnekî wî nîne û xebatên min weke xebatên rêxistinî nîşan daye. Di esasê xwe de di pîşeya rojnamegeriyê de hiyerarşiya pîşeyî heye. Divê ev yek weke tiştekî rêxistinî neyê fikirîn. Dema kesek ji beşa rojnamegeriyê mezûn dibe an jî ji kîjan beşê jî were, ji ewil weke stajyer dest bi xebatê dike. Piştre jî dibe nûçegihan. Li ser wan re jî şefên nûçeyan hene ku nûçeyên ji strajyer û nûçegihan tên sererast dikin. Bi ser wan re jî edîtor hene. Lewma ji vî alî ve tiştekî rêxistinî nîne. Mijar mijara hiyerarşiyê ye. Anku rewşa çêkirina nûçeyan heye.”    Dîcle wiha domand: “Pêşniyarên ku navenda nûçeyan ji nûçegihanan re dike, weke ferman hatiye destnîşankirin. Anku pêşniyarên kesekî/a hinek bêhtir xwedî tecrûbe ji bo kesên kêmtir xwedî tecrûbe dike, weke ferman hatiye pênasekirin. Nûçegihantî, karekî kêliyê ye. Ez dixwazim Komkujiya Roboskê weke mînak nîşan bidim. Balafirên şer li wir bombebaran kirin û 34 kes hatin qetilkirin. Wê demê DÎHA çû cihê bûyerê û bi tevahiya cîhanê re ragihand. Medyaya navendî ya ku li benda fermanê, 13 saet piştre ev nûçeye da. Gotin ku ‘heta ji jor telefon neyê em nikarin vê nûçeyê bidin.’ Û rojnamegertî nekirin. Li benda daxuyaniya hikûmetê sekinînin. Em rojnamegeriyê li gorî fermanan nakikn.”    Dozger, xwest ku rewşa girtî ya rojnameger Dîcle Muftuoglû bidome.    Danişîn, bi parastina parêzeran domiya. Hêj parastin neqediyabûn ku şandeya dadgehê ji bo Dîcleyê biryara domandina rewşa girtî da.    Hevserokê MLSA Veysel Ok bertek nîşanî vê rewşê da û got, “We bêyî ku parastinê bike daxwaza berdanê red kir. Hûn bêyî ku parastinê bikin biryara berdewamkirina binçavkirinê didin. Ev li dijî pêvajoya darizandinê ye. Ji ber ku Dîcle rastiyan kiriye nûçe tê darizandin. Tu dozger û dadger nikare rêbaza xebata rojnamevanan bipirse, ka ew çawa nûçeyan dinivîse, nûçeyê li ku diweşîne, dema ew nûçe çêdike diçe kuderê, bi kê re hevdîtin dike. 7 meh jortir e ji ber îfadeyên 2 şahîdên nepen ên nakok girtiye. Em daxwaza tahliye û beraatê dikin."     Parêzer Emîne Ozarslan jî wiha got: "Ji ber ku we biryara xwe daye ez daxwaza berdanê nakim."   Heyeta dadgehê biryar da ku şahidê veşartî û vekirî Kerem Gokalp guhdar bikin û ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî bipirsin ka derbarê rojnameger Dîcleyê de lêpirsînek din heye yan na.   Danişîn taloqê 18'ê Çîleya 2024'an hat kirin.