Jinan li Amedê 'Nobeda Edaletê' dewr girtin 2023-12-07 14:25:17     AMED - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hatî destpêkirin li Amedê di roja 4'emîn de berdewam dike. Jinan îro nobet dewr girt û gotin heta bi dawîkirina tecrîdê dê têkoşîna xwe bidomînin.    Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya pirsgirêka kurd” bi koma 2’yemîn re ket roja 11’an. Her wiha çalakiya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ve hat destpêkirin jî di roja xwe ya 4’emîn de li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ya navçeya Rezanê berdewam dike.    Îro nobet ji hêla jinan ve hat dewgirtin. Di dewrgirtinê de Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyek da. Parlamenterên HEDEP'ê Ceylan Akça Cupallo, Adalet Kaya, Hevseroka HEDEP'ê ya Amedê Pinar Sakık Tekîn, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Sultan Yaray, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.   Di daxuyaniyê de parlementer Ceylan axivî û bal kişad ser rol û mîsyona jinan a di têkoşîna azadiya kurd de û got: "Jin ji bo edalet û wekheviyê li her qadê pêşengtiyê dikin. Her wiha 33 meh in ji Birêz Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Îro jinan 'Nobeta Edaletê' dewr digirin. Îro tecrîd ne tenê li Îmraliyê pêk tê. 33 meh in bêhiqûqiyek heye. Li vî welatî li gorî kesan hiqûq heye. Heke beriya 10 û 15 salan li dijî bêhiqûqiyê deng bihata derxistin îro kesek rastî bêhiqûqiyê nedihatin. Lê niha dirêng nîne, muxalîf, sazî û dezgehên demokratîk dikarin îro li dijî tecrîdê xwedî bi bertek bin û dengê xwe bilind bikin. Dikarin li dijî şerê li hemberî Gelê Kurd derkevin.    Rêya 3'yemîn heye û ev rê rêya mezinkirina berxwedanê ye. Îro li vir jin carek din daxwazên girtiyên ku ketine greva birçîbûnê tînin ziman. Dawî li tecrîdê bînin û astengiyên li pêş aştiyê rakin. Em jin çi bikeve ser milê me em ê pêk bînin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Em ê heta bidawîkirina tecrîdê dê têkoşîna xwe bidomînin."