Tulay Hatimogullari gorên Denîz Poyraz û Cemal Tanhan ziyaret kir 2023-12-07 13:58:17     ÎZMÎR - Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogullari û kesên pê re gora Denîz Poyraz û Cemal Tanhan ziyaret kirin. Tulay, diyar kir ku divê demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan.    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmoglu û heyeta pê re ya ku di nav de parlamenterên HEDEP'ê Burcu Gul Çubuk, Îbrahîm Akin, George Aslan, Oznûr Bartin û gelek kes heyî çûn serdana gorên Denîz Poyraz ê di êrişa li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hat qetilkirin û girtiyê nexweş Cemal Tanhan ku jiyana xwe ji dest da. Heyet piştre serdana şînê ya ji bo Cemal hat danîn ziyaret kir.   Pêşî gora Denîz Poyraz hat ziyaretkirin û li vir axaftinek kir Tulay Hatîmogullari û got: "Kesên ku Denîz qetilkirin dibêjin dê têkoşîna demokrasiyê rawestinîn. Lê belê Tirkiye xwedî li Denîz Poyraz derket. Parastina kujer a ji hêla polîsan ve, di pêvajoya darizandina kujer de nêzîkatiyên ku derketin holê. Derket holê ku li pişt kujerê îktîdar heye û li Sûriyeyê bûye sedema şer, li hemberî Gelê Kurd plana têkbirînê derxistiye. Ev tişt li hemberî darizandina kujer bû asteng. Em bi kuştin û girtanan serî natewînin. Gelê Kurd heta niha bedelên gelek giran da. Plana têkbirînê bi xwe têk çûye. Lê têkoşîna Gelê Kurd jî hêj didome. Em ê teqes bi ser kevin."   Dayika Denîzê Fehîme Poyraz jî axivî û da zanîn ku Denîzek çû û bi hezaran Denîzên din hatin.    Şande piştre çûn ser gora Cemal û li vir sersaxiyê dan malbatê. Tulay li vir jî axaftinek kir û bal kişand ser polîtîkayên îktîdarê ya li hemberî girtîgehan. Tulay, wiha axivî: "Ji ber polîtîkayên hatî meşandin gelek girtî jiyana xwe ji dest dan. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan. Her wiha li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan grevên birçîbûnê li girtîgehan hat destpêkirin. Ji xwe girtîgeh bûne îşkencexane. Ji bo ku cenaze li girtîgehan dernekevin divê tecrîd bê bidawîkirin. Ji bo pêkanîna edaletê dê têkoşîna xwe her bidomînin."    Keça Cemal Ayşa Tanhan jî wiha axivî: "Wekî bavê min gelek girtiyên nexweş hene. Bi taybetî li girtîgehan girtiyên nexweş terkî mirinê dikin. Dema ku bijîşk dibêjin 'Ev kes wê bimire' tên berdan. Dawî li vî zilmê bînin. Em 10 xwişk û biranê û em bê bav man. Her zilma dewletê li ser me hebû. Çend nexweşiya bavê min hat tespîtkirin jî nehat tedawîkirin. Ez naxwazim girtiyên din wek bavê min jiyana xwe ji dest bidin."    Piştî serdana goristanan şande berê xwe da mala şînê ya ku li taxa Çîmentepe ya navçeya Konaka Îzmîrê hatî danîn.    Dû re heyet navçeyên Menemen û Bayrakliyê serdana esnafan kir.