Rojnameger Nazlican Nûjîn Yildiz beraat kir 2023-12-07 13:18:32     ÎZMÎR - Rojnameger Nazlican Nûjîn Yildiz bi hinceta “Endamtiya rêxistinê" dihat darizandin beraat kir.   Derbarê nûçegihana ajansa me Nazlican Nûjîn Yildiz de ji ber ku di nav Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad de cih digirt bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" doz lê hat vekirin. 5'emîn danişîna dozê li 21'emîn Dadgeha Cezayê giran a Edliya Bayrakliya Îzmîrê hat dîtin. Parêzer û Nûjîn tevlî danişînê bûn.    Piştî tespîta nasnameyê Nûjîn û parêzerê dest bi parastinê kir. Piştî parastinê şandeya dadgehê bi hinceta ku delîl kêm in biryar beraatê da.