Girtiya nexweş ji ber gotina 'Ez kujeran baş nas dikim' nayê berdan 2023-12-07 09:02:27     Rojda Aydin   MÛŞ - Girtiya nexweş Besra Erol a ku nêzî 5 sal in girtî ye, ligel gelek nexweşiyên wê heye jî nayê berdan. Malbata Besrayê da zanîn ku ji ber gotina Besrayê "Ez kujeran baş nas dikim" nayê berdan û hemû hewldanên malbatê bê encam dimîne.    Rewşa girtiyên nexweş ji ber polîtîkayên îktîdarê roj bi bi roj giran dibe. Birina nexweşxaneyê bi serê xwe pirsgirêke, bi rêkûpêk nayên tedawî kirin, şert û mercên girtîgehê jî bi serê xwe bandorê li girtiyên nexweş dike û bi taybetî jî serbestberdana wan girtiyan jî bi raporên Saziyên Tiba Edlî (ATK) tên taloqkirin.    Yek jî wan girtiyan Besra Erol a 65 salî ye û li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Xarpêtê de 5 sal in girtiye ye. Besra ligel hercure zextan berxwedana xwe didomîne.    ‘Ez kujeran baş nas dikim’   Zextên li hemberî malbata Besra hertim berdewam kiriye, ji malbatê gelek kes jî heta niha hatine girtin. Besra ya ku şahidiya gelek zext û zilmê kiriye, di 20’ê Tirmeha 2015’an de di Komkujiya Pîrsûsê ya Rihayê de di encama êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê de kurê wê Evrîm Denîz jiyana xwe ji dest dide. Besra ku dema cenazeyê kurê wê tê definkirin de axivîbû û gotibû: “Ez kujerên kurê xwe baş nas dikim”. Li ser vê yekê der barê Besrayê de şînên ku çûye û tevlî daxuyaniyên çapemeniyê ku bûye wek hincet hat nîşandan û doz hat vekirin. Di wê pêvajoyê de kurekî wê jî bi rêya telefonê ku ji dayika xwe digere ji bo sersaxiyê wek hincet hat nîşanda. Li ser vê yekê Besra hat girtin û 11 mehan di girtîgehê de ma.   7 sal û nîv ceza lê hat birîn   Piştre der barê Besrayê de li ser gotina “Ez kujeran baş nas dikim” doz hat vekirin. Di serdegirtina malê de hat binçavkirin û salek girtî ma, piştre tahliye bû. Lê belê piştre dîsa bi hinceta “Endamtiya rêxistinê” 7 sal û nîv ceza lê hat birîn. Li ser cezayê ku ji Besrayê re hat birîn şûnde demekê di girtîgeha Mûşê de ma û ev nêzî 4 sal in jî di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Xarpêtê de tê girtin. Besraya ku ji salan ji 2019’an ve girtî ye, ev nêzî 5 sal in girtî ye. Besra ku li ser zext û bêhiqûqiyên desthilatdariyê serî netewan, di girtîgehê de têkoşîna xwe didomîne.     Rewşa wê nebaşe   Besra ya ku temenê wê 65 salî ye, gelek nexweşiyên wê hene. Nexweşiyên wê yên wek sînuzît, fitiq, êşa çogan û tansiyonê hene. Tansiyonê li çavê wê daye. Li gor bijîşkên Xarpêtê demarên çavên wê xitimîne. Beriya 2 mehan ji Xarpetê wê birine nexweşxaneyeke Amedê. Lê belê bijîşkên Amedê gotine ku, “Em di vê rewşê de nikarin tu tiştî bikin” û li ser vê yekê Besrayê carekedin birine Xarpêtê. Rewşa Besrayê ku ber bi xirabiyê ve diçe, tedawiya wê baş nayê kirin.   ‘Divê demildest bê berdan’   Malbata Besrayê derbarê rewşa wê de axivî û got: "Rewşa wê nebaşe. Her çiqasî dibin nexweşxaneyê jî tedawiyek baş nayê kirin. Dayika min beriya ku bê girtin ji ber fitiqa pişta emeliyat bibû. Lê belê niha êşa wê dîsa destpêkiriye û nebaşe. Dayika min birine nexweşxaneyê û gotine pêwîste emeliyet bibe. Lê dayika min ji gotiye ‘Ez di girtîgehê de emeliyat nabim’ û ji ber vê yekê qebûl nekiriye. Li ser vê yekê bi tenê derzî li pişta wê xistine. Rojê du sê dermanan vedixwe. Dibe ku çavê xwe winda bike. Tedawiya wê nayê kirin. Nayê berdan jî. Ji bo dayika min bê berdan em ketin nav hewldanan, lê belê bê encam dimîne. Divê demildest bê berdan. Dema em diçin hevdîtinê jî dibêje şert û merc nebaşin, wek girtîgehên dinê ye. Dayika min bêsûc girtiye. Her çiqasî desthilatdar nebêje jî em dizanin ku dayika min ji ber wê gotina xwe hat girtin.”   Kurê wê jî girtî ye   Her wiha ne tenê Besra, her wiha kurê wê Fuat Erol jî di girtîgehê de ye. Fuat jî 14 sal in ku girtî ye, niha di Girtîgeha Patnosê de ye. Fuat jî wek dayîka xwe ligel nexweşiyên wê hene nayê berdan.