Cenazeyê zaroka winda bibû hate dîtin 2023-12-06 17:52:04   ŞIRNEX - Cenazeyê zaroka 15 salî ku hate îdiakirin xwe avêtiye Çemê Dîcleyê, piştî 10 rojan li Herêma Federe a Kurdistanê hate dîtin.    Hat îdiakirin ku di 27’ê mijdarê de du xwişkan li navçeya Cizîr a Şirnexê ji bo întîharê xwe avêtin Çemê Dîcleyê. Ji zarokan Z.Ç. a 14 salî ji hêla masîvanên li derdorê ve hatibû rizgarkirin. Lê zaroka 15 salî Z.Ç. di demekî kin de li ber avê ketibû û winda bûbû.   Hate diyarkirin ku cenazeyê zaroka 15 salî li nêzî gundê Xanê yê dikeve ser sînorê Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê welatiyan ve hatiye dîtin. Tê payîn ku dê cenaze bînin Cizîrê û piştî kirariyên otopsiyê bê veşartin.