Li Mêrsîn û Edenê 'Nobeta Edaletê' di roja 3'yemîn de didome 2023-12-06 16:02:35     MÊRSÎN/EDENE - Li Mêrsîn û Edenê jî "Nobeta Edaletê" bi dirûşma "Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan" hatî destpêkirin di roja 3'yem de berdewam dike. Çalakvan banga piştevaniyê kirin.   Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) bi dirûşma "Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan" "Nobeda Edaletê" li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Ji bo piştevaniya bi çalakiya grevên birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di zindanan de "Nobeda Edaletê" li Mêrsîn û Edenê berdewam dike.    Mêrsîn   Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Mêrsînê li avahiya TUAY-DER'ê di roja 3'yem de berdewam dike. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (HEDEP) a Mêrsînê Perihan Koca, rêxistina HEDEP'ê ya bajêr û navçeyan, Partiya Azadî a Tirkiyeyê (TOP) a Mêrsînê, rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê û gelek nûnerên saziyên sivîl serdana çalakiyê kirin.    Di çalakiyê de strana Merge Polat a ji girtîgehê bi telefonê ji malbata xwe re şandibû hat guhdarkirin. Di çalakiyê de rêvebera TOP'ê ya Mêrsînê Ayşegul Temur axivî û diyar kir ku heta ku li vî welatî pirsgirêka kurd çareser nebe tu pirsgirêk çareser nabe û got: "Em ê li cem têkoşîna bi rûmet a Gelê Kurd bin."    Çalakî bi stranên Dayikên Aştiyê berdewam kir.    Edene    Çalakiya li Edenê jî li avahiya TUAY-DER a Akdenîzê pêk hat. Çalakî 3 roj in berdewam dike. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên İHD, DBP, HEDEP û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevlî çalakiyê bûn.    Di çalakiyê de peyama girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê hat xwendin. Girtî di peyamên xwe de wiha gotin: "Ji bo bi dawîkirina tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd û çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk di 27'ê Mijdarê de dest bi çalakiyê greva birçîbûnê kirine. Çalakiya wan berdewam dike û em di serî de bang li dayikên ku Nobeta Edaletê dane destpêkirin dikin ku di nav piştevaniyê de bin."