Li Amed û Wanê 'Nobeta Edaletê' berdewam dike 2023-12-06 15:33:47     AMED/WAN - Li Amed û Wanê çalakiya "Nobeta Edaletê" ya bi dirûşma "Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan" hatî destpêkirin bi peyama mezinkirina têkoşînê dewam dike.     Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) bi dirûşma "Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan" "Nobeda Edaletê" li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Ji bo piştevaniya bi çalakiya grevên birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di zindanan de "Nobeda Edaletê" li Amedê di roja 3'yem de û li Wanê jî di roja 2'yem de berdewam dike.   Amed   Li Amedê nobet li avahiya Partiya Wekheviya Demokratîk a Gelan (HEDEP) a Rêzanê pêk tê. Çalakvan berdilên li ser "Tecrîd sûcê mirovatiyê ye" hatî nivîsin li xwe kirin. Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz, Dayikên Aştiyê, hevserokên HEDEP'ê yên Amedê Pinar Sakik Tekîn, Abbas Şahîn û parlamenter Ceylan Akça û Adalet Kaya tevlî çalakiyê bûn.    Nobet bi çalakiya rûniştinê berdewam dike. Ji Navenda Çanda Dîcle Firatê dengbêj Apê Naîf û Mihemedê Zaza bi kilamên xwe piştevaniya çalakiyê kirin. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” hat berzkirin.    Wan   Li Wanê jî bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER) û malbatên girtiyan çalakî hat lidarxistin û îro di roja 2'yem de çalakî berdewam dike. Nobet li avahiya DBP'ê ya bajêr berdewam dike. Di salona çalakî tê lidarxistin de pankartên wekî "Ji bo edaletê tecrîdê têk bibin. Ji bo aştiyeke civakî bibin dengê zindanan" hatin daliqandin.    HEDEP, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), aktîvîstên Tevgera Jinen Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî îro serdana çalakiyê kirin. Di serdanê de hevserokê HEDEP'ê ya Wanê Veysî Dîlekçî axaftinek kir û bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan.    Veysî, daxuyand ku endamên partiyê û kesên ku hatine bijartin tecrûbeyên wan ên girtîgehan hene û got: "Li holê îhlalkirina mafên mirovan heye. Her wiha li Îmraliyê şert û mercên giran hene. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd Birêz Abdullah Ocalan aktor e. Di kûrkirina tecrîdê rol û mîsyona hêzên navneteweyî jî heye. Di çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn de pirsgirêka kurd xaleke herî girîng e. Divê çareserî bê pêşxistin. Em jî ji bo çareseriyê çi bikeve ser milê me em ê bikin. Em piştevaniya berxwedanê dikin û dê li qadan têkoşînê mezin bikin."    Nobet bi vegotina stranan û bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam dike.