'Derbarê polîsan de lêpirsîn nehat destpêkirin' 2023-12-06 11:07:42     Şehriban Aslan   AMED - Di rûniştina doza aktivîsta TJA'yê Rojbîn Sevil Çetin a bi kûçikan îşkence lê hat kirin de dozger tundiya li ser Rojbînê wekî "îşkence" nedît. Parêzera Rojbînê Ozum Vurgun da zanîn;"Dewlet hem îşkenceyê dike hem jî hem jî derbarê polîsan de tu lêpirsîn nayê kirin. "   Li Amedê di 26'ê Hezîrana 2020'î de polîsan bi ser mala aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Sevil Çetin de girtibûn û kûçikan îşkence lê hatibû kirin. Piştî 11 rojan jî hatibû girtin. Rûniştina sêyem a doza do li 9'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Amedê hat lidarxistin. Rojbînê bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû.    Di rûniştina doza aktivîsta TJA'yê Rojbîn Sevil Çetin a bi kûçikan îşkence lê hat kirin de dozger tundiya li ser Rojbînê wekî "îşkence" nedît. Parêzera Rojbînê Ozum Vurgun derbarê mijarê de nirxandin kir.    'Bi saetan îşkence li Rojbînê hat kirin'   Ozumê da zanîn di dosyayê de tenê wekî ku kûçikê devlî Rojbînê kiribe hat nîşandan û wiha got:"Lê belê em vê bûyerê ji ser sîstematîkbûnê dinirxînin. Bi saetan îşkence li Rojbînê hat kirin, ew li erdê dane razandin. Li vir em dibînin Serdar Gok ajal vekî çek bi kar aniye. "   'Lêgerîneke ne li gor şêwazê heye'   Ozumê da zanîn li şahidê îşkence dîtiye nehatiye guhdarkirin û wiha pê de çû:"Dema em li bûyerê temaşe dikin em dibînin ku êrişeke sîstematîk li Rojbînê hatiye kirin. Peywirdarê avahiyê ku lê nehat guhdarkirin bûye şahidê îşkenceyê. Ew dibêje, 'Min îşkence dît. Min negirtin malê. Min li ber derî îmze avêt. ' Em li vir dibînin ku lêgerîneke ne li gor şêwazê heye. "   'Derbarê polîsan de lêpirsîn nehat destpêkirin'   Ozumê bi lêv kir dewlet hem îşkenceyê dike hem jî hem jî derbarê polîsan de tu lêpirsîn nayê kirin û wiha bi dawî kir:"Di bûyerê de mudurê eminiyetê ji yê din re dibêje Rojbînê buxtana dike, dibêje peywirdarê avahiyê nebûye şahidê bûyerê. Wiha dinivîsin. Piştre derbarê dosyayê de tiştek nayê kirin."