1'emîn Konferansa Navneteweyî ya Jinan li Silêmaniyê dê were lidarxistin 2023-12-06 10:43:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Koleja Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Silêmaniyê bi hemahengiya li gel Zanîngeha Cîhan 1'emîn Konferansa Navneteweyî ya Jinan bi sernavê ‘Di neynika civak û dîrokê de jin’ dê li dar bixe.   Bi hemahengiya Koleja Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Silêmaniyê û Zanîngeha Cîhanê, sibe wê 1'emîn Konferansa Navneteweyî ya Jinan bi sernavê ‘Di neynika civak û dîrokê de jin’ dê were lidarxistin û wê du rojan berdewam bike.   Konferans ji bo akademîkirina pirsgirêkên jinan û ronîkirina rola esas ya jina Kurd dê were lidarxistin ku lêkolîner û akademîsyen wê bi lêkolînên xwe beşdarî konferansê bibin.   Zanîngeha Silêmaniyê di çarçoveya ‘Zanîngeh di vekolan xizmeta ji bo civakê deye’ de, hewl dide pirsgirêka jinan bike mijarek zanistî û akademîk. Ev konferans jî gavek berbi vê armancê veye ku tê de hewl tê dayîn bersiv û çareseriyên zanistî yên pirsgirêka jinê werin pêşkêşkirin û nîqaşkirin.