Li Girtîgeha Şakranê av tê birîn, qalorîfer vênakevin 2023-12-06 09:04:22     ÎZMÎR - Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî dest pê kirine îro dikeve roja 10'an. Ji aliyekî jî binpêkirina mafên li girtîgehan didomin. Girtiyên li Girtîgeha Şakranê dan zanîn av tê birîn, qalorîfer vênakevin loma jî gelek girtî bi şewbê ketine.    Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî girtiyên siyasî di 27'ê Mijdarê de li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî dest pê kirine îro dikeve roja 10'an. Ji aliyekî jî binpêkirina mafên li girtîgehan didomin. Girtiyên li Girtîgeha Şakranê dan zanîn av tê birîn, qalorîfer vênakevin loma jî gelek girtî bi şewbê ketine.    Li gor agahiyên malbatên girtiyan bi destpêkirina grevên birçîbûnê re bi îddiaya qalorîfer xera bûne nayên vêxistin û av jî bi hinceta "kota tije bûye" tê birîn. Her wiha ava germ jî pir kêm didin.    Malbatan diyar kirin ku gelek girtî ji ber pirsgirêkên heyî bi şewbê ketine.