Hevseroka HEDEP'ê ya Mêrdînê: Em ê têkoşînê xurt bikin 2023-12-06 09:02:23     Oznur Deger   MÊRDÎN - Hevseroka nû ya Rêxistina HEDEP'ê ya Mêrdînê Necla Acibuca, bal kişand ser nexşerêya xwe û wiha got:"Ger tecrîda li ser Rêbertî rabe wê demê encax jin û civak wê bikaribin azad bibin. Em ê bi xebatên xwe yên baş ên li Mêrdînê em ê li dijî hemû polîtîkayên qirêj bisekinin."   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ya Mêrdînê kongreya xwe ya 3'yemîn a awarte di 3'yê Kanûnê de pêk anî. Yek ji serenavên serekê yên di kongreyê de derket pêş tecrîda mûtlak a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Her wiha di kongreyê de mijara grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatine destpêkirin derket pêş. Her wiha di kongreyê de beşdaran baş kişandin ser polîtîkayên şerê taybet û qeyûman. Piştî kongreyê rêveberiya Rêxistina HEDEP'ê ya Mêrdînê guhert û wekî hevserok Necla Acibuca û Mehmet Mehdi Tunç hatin hilbijartin.    Hevseroka nû ya Rêxistina HEDEP'ê ya Mêrdînê Necla Acibuca, têkildarî xeta xwe ya têkoşînê û nexşerêya xwe axivî.    'Em hêza xwe ji gel û baweriya xwe digirin'   Neclayê da zanîn wan ji bo Mêrdînê gaveke nû avêtine û got polîtîkayên şer ên taybet herî zêde li Kurdistanê li ser zarok û jinan tên meşandin. Neclayê da zanîn ew ê li dijî van polîtîkayana bisekinin û wiha got:"Em ê bi sekneke bi hêz û azad van polîtîkayana têk bibin û em ê bi ser bikevin. Ew dibêjin qey ew ê qeyûman tayînî ser îradeya me bikin. Çiqasî qeyûman tayin bikin jî em ê li dijî wan hîn bi hêz bisekinin. Gelê me jî di wê baweriyê de ye. Em hêza xwe ji gelê xwe û ji baweriya xwe digirin. Em ê polîtîkayên qeyûman bidin rawestandin."   'Ger tecrîd rabe wê jin û civak azad bibe'   Neclayê bal kişand ser polîtîkayên tecrîd û şerê taybet û wiha got:"Ji Rojava bigire heta vira polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Di taybetmendiya xwe de li ser ciwanan pir zêde tên meşandin. Lê belê divê em li dijî vêya bisekinin. Em ê li dijî hemû cureyên van polîtîkayên qirêj bisekinin. Tecrîd ne tenê li ser Rêberê me li ser jin û civakê tê meşandin. Heta tecrîda li ser Rêbertî ranebe wê tecrîda li ser jin û civakê jî ranebe. Ger tecrîda li ser Rêbertî rabe wê jin û civak azad bibe."   'Em ê têkoşîna xwe xurt bikin'   Neclayê bi lêv kir ku ew ê di destpêkê de li dijî polîtîkayên qeyûman bisekinin û wiha got:"Em ê bi taybet giraniyê bidin xebatên jinan. Em ê li dijî xespkirina destkeftiyên jinan derkevin. Em ê bi xebatên xwe yên baş ên li Mêrdînê em ê li dijî hemû polîtîkayên qirêj bisekinin. Em ê têkoşîna xwe xurt bikin. Em ê li dijî polîtîkayên destdirêjî, tecawizê bisekinin. Li ser hevalên me yên jin polîtîkayên qirêj tên meşandin. Em ê li dijî van polîtîkayana bisekinin û em ê ji bo gel bi taybet ji bo jinan xebatên baş bikin. Em ê hêvî dikin ev gav azadî, wekhevî û aştiyê bîne. Em ê jiyaneke wekhev û azad daxwaz dikin."