Nobeda Edaletê di roja duyem de ye 2023-12-05 15:44:26     AMED - Bi pêşengiya TUAY-DER'ê bi dirûşma "Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan" Nobeda Edaletê hat destpêkirin û di roja duyem de bi dirûşma "Bijî berxwenda zindanan" dewam dike.      Bi pêşengiya TUAY-DER'ê bi dirûşma "Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan" Nobeda Edaletê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Ji bo piştevaniya bi çalakiya grevên birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di zindanan de Nobeda Edaletê ya li Amedê di roja duyemîn de ye.    Bi piştevaniyê nobetê dewam kir   Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û dengbêjên ji Navenda Çandê ya Dîcle Firatê piştgirî da nobeda li Rêxistina HEDEP'ê ya Rezanê ya Amedê tê lidarxistin. Dengbêjan bi kilamên xwe peyama piştevaniyê dan. Her wiha di nobedê de banga piştevaniyê hat kirin.    Nobet, bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”  û “Bijî berxwedana Îmraliye” bi dawî bû.