Zara Mihemedî hêjayî Xelata Cemal Nebez hat dîtin 2023-12-05 12:29:39     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber hewldan û xebatên Zara Mihemedî ya ji bo paastina zimanê Kurdî, hêjayî xelata rêkxirawa Cemal Nebez hat dîtin. Zara Mihemedî li Berlînê xelat wergirt.   Roja 3’yê Kanûnê li bajarê Berlîn yê Elmanyayê xelata sala 2023’yan ya Cemal Nebez pêşkêşî mamostaya zimanê Kurdî Zara Mihemedî hat kirin. Xelat ji ber hewildan û xebatên Zara Mihemedî yên ji bo parastina zimanê Kurdî hat dayîn.   Mamostaya zimanê Kurdî Zara Mihemedî ya ji Rojhilatê Kurdistanê sala borî ji aliyê dadgeha rejîma Îranê ve 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Lê piştre ber efuya giştî ket û hat berdan.   Xelata Cemal Nebez li Berlînê her du salan carek tê dayîn.