Biryara ku di doza Vartînîsê de hat dayîn nayê qebûlkirin' 2023-12-05 09:04:26     Şehrîban Aslan   AMED - Parêzer Zuhal Işik bertek nîşanê ku biryara der barê Doza Vartînîst ku hinceta ketiye ber demboriyê hat betalkirin û wiha got: “Hem demborî hem jî pêknehatina biryarên dadgehan yên di pêvajoya darizandinan de tên dayîn, nikare bê qebûlkirin.”   Di 3’yê Cotmeha 1993’yan de li bajarokê Vartînîs ê navçeya Til ê Mûşê avahiyek hatibû şewitandin û ji heman malbatê 9 kes hatibûn qetilkirin. Têkildarî komkujiyê doz hatibû vekirin û piştî biryara xerakirinê ya Dadgeha Bilind, doz jinûve hatibû destpêkirin. Danişîna biryarê ya Doza Vartînîsê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkaleyê hate lidarxistin. Dadgehê, bi hinceta demborînê biryara betalkirina dozê da.    Cigira Serokê Boroya Amedê parêzer Zuhal Işik der barê biryarê de axivî.   ‘Polîtîka bêcezahiştinê serdeste’   Zuhalê daxuyakirin ku di doza komkujiya Vartînîs de jî di dozên kuştinên kiyar nediyar yên din de jî polîtîka bêcezahiştinê mijara gotinê ye. Di encama doza ku bi salane tê meşandin de biryara demboriyê hat dayîn. Mixabin di dozên qetilkirin û kuştinên kiryar nediyar de, xala hejmar 5237 a TCK’ê ya 77’an li bre çavan nehatiye girtin. Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborî ne pêkane. Tevî ku komkujiya Vartînîst sûcê li dijî mirovahiyê bû, bi hinceta demboriyê doz hat betalkirin.”   ‘Ev biryar nikare bê qebûlkirin’   Zuhalê her wiha di axaftina xwe de da zanîn ku biryar li dijî hiqûq, wijdan û ahlaqe û wiha dawî lê anî: “Ya daraz dimeşîne polîtîka bêcezahiştinê ye. Vê di doza komkujiya Vartînîst de xwe daye nîşandan. Hem demborî hem jî pêknehatina biryarên dadgehan yên di pêvajoya darizandinan de tên dayîn, nikare bê qebûlkirin. Doza komkujiya Vartînîs, di  navbera sedan dosyayên ku polîtîka bêcezahiştinê pêk hatiye, cihê xwe girt.”