Ji bo grevên birçîbûnê banga bilindkirina deng 2023-12-05 09:02:25     AMED - Rêvebera HEDEP’a Amedê Serra Bucak der barê grevên birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîdê daye destpêkirin axivî û got: “Em bang li hemû rayagiştî dikin ku piştgiriyê bidin berxwedana girtîgehan û grevên birçîbûnê û bibin dengê wan.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di şertên giran yên tecrîdê de tê girtin 33 meh in malbat û parêzer nikarin hevdîtinê pê re bikin. Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê girtiyên siyasî di 27’ê mijdarê de bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî" greva birçîbûnê ya bidem-derveger dan destpêkirin  û wê heta 15’ê Sibatê bidome.   Binpêkirin, zext û şewitandina înfazan   Rêvebera Partiya Wekhevî û Demorasiyê ya Gelan (HEDEP) a Amedê Serra Bucak da zanîn ku ev demek dirêje  li girtîgehan li ser girtiyan zext û binpêkirinên mafan tên jiyîn û ev pergal tiştên li hundir dikin li derve jî dike û wiha vegot: “Ev zext û êrîşên li ser girtîgeh û gelan girêdayê tecrîda Îmraliyê ye. Tecrîda li Îmraliyê tê jiyîn bangor li ser hemû girtîgehan kiriye. Sedema vê eve ku rêveberiyên girtîgehan ji tecrîdê hêzê digirin û pêkanînên kêfî tên meşandin. Li der ve jî ev zext zêde bûne.   ‘Divê em deng bidin grevên birçîbûnê’   Serrayê daxuyakirin ku divê tecrîd bi giştî bê şikandin û dengê girtiyên di greva birçîbûnê de li derve bên bihistin û got ev gelek girînge. Serrayê wiha bi lêv kir: “Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên maf divê dengê girtiyên di grevê de bidin bihistin. Ancax bi vî awayî em dikarin pirsgirêkan çareser bikin. em bang li hemû rayagiştî dikin ku piştgiriyê bidin berxwedana girtîgehan û bibin dengê wan.   ‘Em ê tecrîdê bişkînin’   Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaray jî daxuyakirin ku berxwedana li dijî şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ne nû ye û wiha pê de çû: “Wek em her tim dibêjim tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan li ser hemû girtiyan û civakan e. Li ser girtiyan pêkanînên kêfî tên meşandin. Hinek girtî 30 salin girtîne û tevî vê tahliyekirina wan tê taloqkirin û înfaz tên şewitandin. Gelê Kurd li dijî zextan têdikoşe. Bi sedsalane hebûna Kurdan tune tê hesibandin. Em ê tecrîdê bişkînin. Em bi israr û biryarin. Divê gelê Kurd xwedî li vê berxwedanê derkeve û ji vê koletiyê xilas be.”