ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-05 09:00:00     * Rêvebera HEDEP’a Amedê Serra Bucak der barê grevên birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîdê daye destpêkirin axivî û got: “Em bang li hemû rayagiştî dikin ku piştgiriyê bidin berxwedana girtîgehan û grevên birçîbûnê û bibin dengê wan.” BI DÎMEN    * Endama Yekitiya Hekîmên Navneteweyî ya Ji bo Pêşîgirtina Şerê Nukleerê Gîsela Penteler ku xwedî li kampanya ‘Ji Abdrullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ derdikeve, balkişand ser bêdengiya qada navneteweyî û got: “Çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadiya Birêz Ocalan pêkane.” BI DÎMEN    * Desthilatdariya ku piştî 2019’an qeyûm tayînê şaredariyên HDP’ê kir, şaredariyên di bin rêveberiya wan de, butçeya ji bo avakirina bajar hatine veqetandin ji bo bajar nayê bikaranîn û herî zêde welatiyên astengdar bi gazinc in. BI DÎMEN    * Parêzer Zuhal Işik bertek nîşanê ku biryara der barê Doza Vartînîst ku hinceta ketiye ber demboriyê hat betalkirin û wiha got: “Hem demborî hem jî pêknehatina biryarên dadgehan yên di pêvajoya darizandinan de tên dayîn, nikare bê qebûlkirin.”