Jiyan Arikboga hat tahliyekirin 2023-12-04 19:44:50   AMED - Jiyan Arikboga ya li girtîgeha Jinan a Amedê girtîbû û bi hinceta ‘poşman’ nebûye du caran tahliyeya wê hatibû taloqkirin, îro hat tahliyekirin. Jiyanê li ber girtîgehê got: “Silava girtiyan heye, banga mezinkirina berxwedanê heye’.   Jiyan Arikboga ya li girtîgeha Jinan a Amedê girtî bû bi hinceta ‘poşman’ nebûye du caran tahliyeya wê hat taloqkirin. Jiyan îro hat tahliyekirin.    Jiyanê kesên ku li ber girtehê ew pêşwazî kir silav kir û axaftinek kurt kir. Jiyanê balkişand ser grevên birçîbûnê û got: “Moralê girtiyan bilinde. Peyama wan ji bo gel heye. Banga mezinkirina têkoşînê dikin.”