Li Amedê ji bo rojnamegerên girtî daxuyanî: Ji rojnamegeran re azadî 2023-12-04 12:13:15   AMED - MKG, DFG û DÎSK BASIN-ÎŞ, derbarê rojnamegerên girtî Dîcle Muftîoglu, Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz li ber Edliya Amedê daxuyanî da û gotin: "Divê di serî de hempîşeyên me, rêxistinên çapemeniyê yên neteweyî û navneteweyî hemû hêz û saziyên demokratîk bi rojnamegeran re di nava piştevaniyê de bin."   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û DÎSK BASIN-ÎŞ ji bo Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz û Abdurrahman Gok li ber Edliya Amedê daxuyaniyek dan û bal kişandin ser doza rojnamegeran. Nûrenên saziyên sivîl, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Adalet Kaya û elek rojnameger tevlî daxuyaniyê bûn û metna tirkî ji hêla Sekretera Giştî ya DFG'ê Gulşen Koçuk û ya bi kurdî jî ji hêla Seroka MKG'ê Roza Metîna ve hat xwendin.    Daxuyaniya ku hat dayîn wiha ye:    "Li welat yek ji pirsgirêkên ku mirovan diêşîne; rewşa azadiya çapemeniyê û azadiya rojnamegerên girtî ye. Ev pirsgirêk bûye wekî girêka kor û li pêş me ye. Îktîdar ji ber polîtikayên cudakariyê, kesên ku ne alîgir û hevkarê wê bin, şensa jiyanê nade wan. Ev polîtîkayên serdestan pirsgirêkan bêtir kûr dike. Ji şert û mercên azad ên xebata rojnamegeran bigire heta parvekirina tweetekê, rojnameger rastî tundî û astengiyan tên. Li kolanê dema nûçe dişopînin tên astengkirin û lêdanê dixwin. Amûrê wan tên şikandin û nûçeyên wan tên sansurkirin. Bi giştî şensa jiyanê ji rojnamegeran tê stendin. Mafê jiyana wan sînor dikin.    Ji azadiya xwe hatine dûrxistin   Bi taybetî dema mijar dibe Rojnamegerên Kurd û Çapemeniya Azad, rêjeya tundiyê zêdetir dibe. Meha kanûnê ku em têde ne, dê bi dehan rojnameger li korîdorên edliyeyê ji ber sucên nehatine kirin bi awayekî neheq derkevin pêşberî dadgeran. Di nava rojnamegerên ku têne darizandin, elbet yên girtî me zêdetir eleqeder dikin. Ji ber ku ew bi her awayî ji azadiya xwe hatine dûrxistin.    Ne tenê ev, bi rêya girtin û darizandina wan, bi tevahî organên çapemeniyê û medyayê çavtirsandi dikin. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî yên bên parastin û piştevanî bi wan re bê kirin, hevalên me rojnamegerên girtî ne.    Di meha kanûnê de dozên rojnamegeran ên herî zêde balê dikişinin, rojnamegerên ku ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin Hevseroka  Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz û Abdurrahman Gok in.    Rojnameger dê derkevin pêşberî dadger   Ewil rojnameger Abdurrahman Gok dê di 5’ê kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê derkeve pêşberî dadger. Di 7’ê kanûnê de Hevseroka DFG’ê Dicle Muftuoglu dê li heman dadgehê derkeve pêşberî dadger. Herî dawî Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz dê di 14’ê kanûnê de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê derkeve pêşberî dadger.    Hevalên me yên rojnameger ku xebatên wan ên rojnamegeriyê wekî sûc tên dîtin, ji aliyê raya giştî ve tên naskirin, nûçeyên ku di raya giştî de deng vedane çêkirine. Her wiha rojnamegerên ku nûçeyên baş û serkeftî çêkirine nin. Ji xwe hevalên me yên rojnameger ji ber van nûçeyên xwe yên serkeftî tên darizandin û cezakirin. Ji ber ku rojnamegeriya rast dikin tên darizandin û cezakirin. Wekî din ji ber ku şopdar û kedkarên kevneşopiya Çapemeniya Azad in raste rast dibin hedef.    Rojnamegerên herî bi hêz û berxwedêr...   Lewra di cîhanê de kesên rojnamegeriya baş dikin, tên xelatkirin. Ji aliyê her kesî ve tên pîrozkirin. Her kes qimeteke mezin dide wan. Hevseroka DFG’ê Dicle Muftuoglu ji aliyê Free Pres Umlimited ku saziyek navneteweyî ye û navenda wê li Hollandayê ye, hêjayî xelata “Rojnamegera herî bi hêz û berxwedêr” hat ditin. Lê mixabin li Tirkiyeyê rojnamegerên baş li girtîgehan tên girtin û cezakirin.    Ev jî têrê nake, em tên astengkirin û sankurkirin. Em bi lêdan û tundiyê re rû bir û dimînin. Der barê me de lêpirsîn û doz tên vekirin. Em tên cezakirin. Ji xeynî 3 hevalên me yên girtî, tenê di meha kanûnê de dê 40 rojnameger derkevin pêşberî dadger. Ev dîmen bi sere xwe rastiya ku em tînin ziman piştrast dike.    Zagona sansurê    Ji ber van sedeman em dixwazin ku ev xerabî bi dawî bibe. Em weke rojnamgerên ku mafê ragihandin û agahdarkirina gel diparêzin, em vê rêveçûna xerab qebûl nakin. Em girtina rojnamegeran, zext, tundî û sansura li ser organên medya û çapemeniyê red dikin. Rojnameger mahkûkî şertên xerab tên kirin. Ev jî têr nake, rojnameger bêkar tên hiştin. Em “Zagona Dezenformanyonê” ku di raya giştî de wekî zagona “Sansurê” tê zanîn, wekî rêbaza rejîma îstîbdatê dibînin.    Em azadiya rojnamegeran dixwazin    Em van hemû zagon û polîtikayan red dikin. Em berî her tiştî ji rojnamegerên girtî re azadiyê dixwazin. Em dixwazin hevalên me yên rojnameger Dicle, Sedat û Abdurrahman di dîrokên jor ku danişîna wan bê dîtin de, demildest serbest bên berdan. Ji bo ev yek pêk bê jî divê di serî de hempîşeyên me, rêxistinên çapemeniyê yên neteweyî û navneteweyî hemû hêz û saziyên demokratîk bi rojnamegeran re din ava piştevaniyê de bin. Em bang li her kesî dikin ku di roja danişîna hevalên me yên rojnameger de li Edliyeya Amedê amade bibin."   'Xwedî li rojnamegerên kurd derkevin'   Piştî daxuyaniyê parlamenter Adalet Kaya axivî û bal kişand ser zextên li hemberî Çapemeniya Azad û got: "Li hemberî çapemeniya azad a kurd zexteke sîstematîk tê meşandin. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li rojnamegerên kurd derkevin. Em bang dikin ku tevlî danişîna rojnamegeran bibin. Em dibêjin divê demildest hevalên me yên rojnameger serbest bên berdan."   Daxuyanî bi dirûşmeya "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" bi dawî bû.