Di Behra Marmarayê de bi pileya 5.1 erdhej çêbû 2023-12-04 11:46:18   NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’ê ragihand ku navenda wê Kendava Gemlîkê ya li Behra Marmarayê bi pileya 5.1 erdhej çêbû.    Li gorî daneyên Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê navenda wê Kendava Gemlîkê ya li Behra Marmarayê bi pileya 5.1 erdhej çêbû.    Erdheja kul i peravên navçeya Mûdanya ya Bûrsayê çêbû, bi kûrahiya nêzî 9 kîlometreyan hate qeydkirin.    Bajarên Stenbol, Bûrsa, Kocaelî û Sakarya jî bi erdhejê hesiyan.