Girtiyê nexweş Cemal Tanhan jiyana xwe ji dest da 2023-12-04 10:30:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê nexweş Cemal Tanhan ku piştî felc bûbû hatibû berdan, 43 roj piştre jiyana xwe ji dest da.    Girtiyê nexweş Cemal Tanhan (68) ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dihat ragirtin û 30 sal bûn di girtîgehê de, piştî ku felc bû di 23’yê cotmehê de rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal a Boluyê û di 27’ê cotmehê de jî sewqî Beşa Cerrahiya Giştî ya Nexweşxaneya Bajar a Eskîşehîrê hate kirin. Tanhan, di 6’ê mijdarê de hate tehliyekirin û 43 roj piştre jiyana xwe ji dest da.    'Ma qey bavê min bimire wê dengê me bibihîsin?'   Keça Cemal, Ayşe Tanhan a ku mehek berê ji ajansa me re axivî bû diyar kiribû rewşa bavê wê her diçe giran dibe û bertek nîşanî bêdengiya ATK'ê dabû. Ayşeyê daxwaz kiribû bavê wê demildest bê tehliyekirin û gotibû:"Ma qey bavê min bimire wê dengê me bibihîsin? "