Wê li dijî guherîna mufredatê têbikoşin 2023-12-04 09:02:10   Nazlican Nujîn Yildiz   ÎZMÎR - Sekretera Jinan a Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Îzmîrê Zelîha Danyelî der barê guherîna mufredatê ya bi daxuyaniya Wezareta Perwerdehiya Millî hat rojevê nirxandin kir û got bi guherîna tê kirin tê xwestin müfredata li gorî îdeolojiya deshtilatdariyê bê avakirin û anî ziman ku wê li dijî vê têbikoşin.   Meha borî  Wezareta Perwerdehiya Millî der barê guherîna mufredatê de daxuyaniyek da. Wezîr di daxuyaniyê de da zanîn ku wê mufredat bê nûkirin û got Midûriyetên Giştî yên Perwerdê, Midûriyeta Giştî ya Dibistana Navîn, Midûriyeta Giştî ya Pewerda Pîşeyî û Teknîkî, Midûriyeta Giştî ya Hîndekariya Ol xebatên têkildar dimeşînin.  Wezîr destnîşan kir ku di dema perwerda 2024-2025’an de wê mufredat ji bo pêşdibistan, dibistana seretayî pola yekemîn, dibistana navîn pola 5’an, lîse pola 9’an wê gav bi gav pêk bê. Derbarê mijarê de meha borî der barê mufredatê de komxebatek li Kizilcahamam a Enqereyê pêk hat.   Sekretera Jinan a Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Îzmîrê Zelîha Danyelî der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî.   ‘Divê li gorî rêgezên zanistî guherîn bê kirin’   Zelîhayê daxuyakirin ku li gorî daxuyaniya Wezîrê Perwerdê Yusuf Tekîn wê di mifredatê de guherîn bên kirin û ev di meha kanûnê de wê bê aşkrakirin. Zelîhayê destnîşan kir ku AKP’ê di seranserê desthilatdariya xwe de  her tim hewl daye mufredatê biguhere û wiha dirêjî daye: “Wezaretên beriya niha jî heman hewldan pêk anîn. Lê ji bo guherîna mufredatê divê bingehek bê amadekirin. Divê guherîn li gorî rêgezên  zanistê yên perwerdê pêk bên. Ji bo vê divê nêrînên kedkarên perwerdê, zanist, sendîkayên perwerdê bên girtin. Divê pêvajo wisa pêş bikeve. Lê AKP 21 sale bêyî ku nêrînan bigire li gorî xwe li gorî îdeolojiya xwe mufredatê datîne holê. Mufredata perwerdê roj bi roj xerabtir dibe. Ev jî ji bo perwerdehiyê bikaran diafirîne û perwredê ji zanistê dur dixe.”   ‘Bi alavên olî tije dikin’   Zelîhayê bi lêv kir ku divê mufredat teqez li gorî hewcedariyên civakê bên amadekirin û wiha dirêjî daye: “Li Tirkiyeyê ji nasname û baweriyên cuda gel hene. Divê ev li ber çavan bên girtin. Lê mixabin li ber çavan nayên girtin û mufredat tê aamadekirin. Ev li dijî mafê mirovane. Dema mufredat tê amadekirin divê her kes li ber çavan bên girtin. Em niha dinêrin,bi argumanên olî tê amadekirin. wezîr Yusuf Tekîn piştî hat wek berdema projeya ÇEDES’ê  protokol amade kirin.Mînak Midûriyeta Perwerda Enqereyê bernameya 132 saetî amadekiriye û ev wek kanala diyanetê ji bo temeşkirinê pêşkêşî xwendekaran tê kirin. bi weqfên girêdayê ocaxên ulkucu re protokol tên îmzekirin. Li Bursayê li yurdên Midûriyeta Perwerda Neteweyî nimêj li xwendekaran tê ferzkirin.”   ‘Em ê destur nedin’   Zelîhayê bi lêv kir ku di demên nêz de li dibistanên seretayî mescit hatine vekirin û wiha dawî lê anî: “Temenê biçûk de perwerda olî didin zarokan. Ev bi rastî jî bi fikare. Zarokên wî temenî şênber nafikirin. Ev dibe sedema bûyerên travmatîk.  Li Bursayê bi Weqfên girêdayê Ocaxên Ulkucu protokol hatin îmzekirin. Der barê vê de serlêdan sûc hat kirin. Em bihistin ku wzîr bi kesên nêzî cemaeta  Îsmaîlaga re hevdîtin kiriye. Ev jî hemû parçeyek projeya civaka li gorî xwe biafrîne ne. Em li dijî vê wê bêdeng nemînin. Em ê nehêlin jiyana zarokên me bê tarîkirin. Em li alî perwerdehiyek laîk, zanistî û zimanê dayikê ne.  Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”