4'ê Kanûna 2004'an: Biryara 'Ji bo mirovatiyê şertê jinê yê kuresel' hat girtin 2023-12-04 09:01:21   Li bajarê Kigali yê Ruandayê di 4'ê Kanûna 2004'an de delegeyên 'Meşa Jinê ya Cîhanê' di 5'emîn Civîna Navneteweyî ya Meşa Jinê ya Cîhanê de hatin gel hevdu. Delegeyan biryara 'Ji bo mirovatiyê şertê jina kuresel' girtin.   Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   1887: Aktivîsta serbixwe û sendîkavan Winnie Carney a Îrlandayî îro ji dayik bû.    2017: Bi sedhezaran cotkarên jin bi peyamên xwe piştgirî dan kampanyaya '#MeToo' yê û li dijî şîdeta li ser jinê derketin.    1952: Karen Horney, yek ji pêşengên psîkolojiya femînîst, ku di 16-ê îlona 1885-an de, li nêzî Hamburga Almanya, ji dayik bû, di 4'ê Kanûna Pêşîn, 1952-an de ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina Karen Horney Clinic, perwerde, navenda lêkolîn û dermankirinê ya erzan, hat vekirin.