ROJEVA 04'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-04 09:00:00   *1'emîn danişîna doza Hevseroka DFG'ê û edîtora MA'yê Dîcle Muftuoglu di 7'ê Kanûnê de tê dîtin. Dayika Dîcleyê diyar kir ku bi binçavkirin û girtinan nikarin dengê çapemeniya azad qut bikin û banga tevlîbûna li danişînê kir. BI DÎMEN    *Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rewşa girtiyên siyasî yên ketine greva birçîbûnê nirxandin û bang kir ku divê demildest dawî li tecrîdê bê anîn. Nuraye got ku ji bo şopandina grevên birçîbûnê jî heyet ava kirine. DÎMEN HEYE   *Pinar Bektaş di 13’ê Mijdarê de ji aliyê mêrê ku dest jê berdabû Tuncay Sag ve hat qetilkirin. Xwişka Pinarê, Mujde Nar diyar kir ku xwişka wê bi salan tundî dîtiye di mijara ku wê bê qetilkirin jî ew hişyar kiriye. Mujdeyê got: “Dewlet ceza nabire. Ger ceza bihata dayîn wê evqas jin û xwişka min nehatiba qetilkirin. Ji bo kujerê xwişka min cezayê herî giran bigire ez ê têbikoşim.” DÎMEN HEYE   *Sekretera Jinan a Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Îzmîrê Zelîha Danyelî der barê guherîna mufredatê ya bi daxuyaniya Wezareta Perwerdehiya Millî hat rojevê nirxandin kir û got bi guherîna tê kirin tê xwestin müfredata li gorî îdeolojiya deshtilatdariyê bê avakirin û anî ziman ku wê li dijî vê têbikoşin. DÎMEN HEYE   *Du girtiyên ku li Girtîgeha Bakirkoyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin, di peyama ku ji ajansa me re şandin de wiha gotin: “Em azadiya Birêz Ocalan weke azadiya gelê xwe dibînin. Weke girtiyên jin em careke din diyar dikin ku heta mîmarê dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' Birêz Ocalan azad bibe, şerê li Kurdistanê bi dawî bibe û gelê Kurd bigihêje rewşa ku heq dike, em ê çalakiyên xwe bidomînin."