Biryarên pêvajoya hilbijartinê ya HEDEP’ê wê sibê bên aşkerakirin 2023-12-03 19:45:57     ENQERE - Berdevka HEDEP’ê Aşegul Dogan, diyar kir ku biryarên der barê pêvajoya hilbijartinê yên civîna MYK’ê ku didome wê bi civîna çepemeniyê aşkera bikin.   Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) y apartiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) bi rojeva hilbijartinên herêmî û gelek rojevên din yên krîtîk civîn pêk anîn û beşa civînê ya îro bidawî bû.   Di civînê de, nîşandana nazmet a li bajaran, guhertina navê partiyê, hat rojevê. Biryarên di civînê de hatine girtin wê ji aliyê berdevka partiyê Ayşegul Dovan ve bê aşkerakirin.   Buroya Çapemeniyê ya HEDEP’ê diyar kir ku wê  Ayşegul Dogan sibê li Navenda Giştî ya HDP’ê saet di 11.00’a de van biryarên di civînê de hatine girtin aşkera bike.