Heyeta jinan bi jinên Partiya Komunîst re hat gel hev 2023-12-03 19:12:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta jinan ya ji Bakurê Kurdistanê çû Başûrê Kurdistanê, bi jinên Partiya Komunîst a Kurdistanê re hatin gel hev.   Heyeta jinan ya Bakurê Kurdistanê ku ji parlamenterên HEDEP’ê û hevşeradar, rêveberên TJA’yê çalakvanên mafên jinan ku ji perlementera bajarê Sêrtê Sabahat Erdoxan, heseroka şaredariya Silopya Edalet Çîmen, berpirsa Rêxistina Jinan Gulbihar Guzel, endama Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Neslîhan Acar, endama Meclîsa jinan a HEDEP’ê Gulbihar Aksoy pêkt ê, di 29’ê Mijdara 2023’yan de serdana Başûrê Kurdistanê kir.   Heyet serdana sazî û nûnerên jinan yên Başûrê Kurdistanê dike. Serdanên heyeta jinan ya li bajarê Silêmaniyê dewam dike.  Heyet bi jinên Partiya Komunîst a Kurdistanê re hat gel hev.   Di dawiya civînê de daxuyaniyek a çapemeniyê hate dayîn û wiha hate ragihandin: “Serdana me di çarçoveya kampanyaya li dijî tundiya li ser jinê ya ku li cîhanê bi berfirehî tê meşandin û ji bo ji holê rakirina vê tundiyê çawa têbikoşine. Her wiha me behsa ezmûnên her du parçeyên Kurdistanê kir. Emê hewl bidin di pêşerojê de bi hev re kar bikin da ku em bigihin azadiya jinê û avakirina yekitiyên jinan li her çar parçeyên Kurdistanê.”