Li Helebçeyê der barê tundiya li ser jinê semîner 2023-12-03 19:39:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zanîngeha Helebçeyê Desteya Jinan ya Helebçeyê di çarçoveya pêngava 16 rojî ya têkoşîna dijî tundiya li ser jinan, semînerek pêk anîn. Di semînerê de behsa pirsgirêk û astengiyên li ber jinan hate kirin.   Li Zanîngeha Helebceyê di çarçoveya pêngava 16 rojî ya ku bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan hatî destpêkirin, semînerek hate dayîn. Di semînerê de gelek jin û nûnerên rêxistinên jinan amade bûn.   Berprisa şaxa Yekîtiya Jinan ya Herêma Kurdistanê Şara Ebdulkerîm ku tevlî semînerê bû ji Rojnewsê re axivî û got: “Armanca semînerê guftugokirina pirsigirêkên jinan bi awayek giştî, rêyên çareseriyê ên ji bo pirsgirêkan bû. Em dixwazin tundûtujiya li beramberî jinan dawî bînin. Bi qeyrana aborî ya li Herêma Kurdistanê re tundûtujiya malbatê jî zêde bûye. Pêwîste hikumet di demek zû de ji bo wekheviya jin û zilaman karek cidî bike. Niha jî gelek jin bi rêya medya civakî rûbiruyî tundûtujiyê tên, divê çavdêriyek baş li ser van mijaran were kirin.”   Parlamenera berê ya Herêma Kurdistanê Serçinar Ehmed jî ku tevlî semînerê bû got; “Divê semînerê de tundûtujiya li dijî jinan ya li Helebceyê hate nirxandin, li gorî daneyan Helebce li gorî herêmên din gelek kêm tundûtujî lê tê kirin. Ev jî cihê kêfxweşiyê ye. Li gorî daneyan tê dîtin ku Helebce ji bo jinan cihek arame, lê nabe pişta xwe bidîn vê, divê em li daneyan nenêrin û hewl bidin ti zorî li ser jinan nemîne.”